Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Lêkolînerê Misrî Muhsîn Ewedullah: ‘Tecrîda li ser birêz Ocalan şerekî psîkolojîk e’

 

LÊKOLÎNERÊ MISRÎ MUHSÎN EWEDULLAH:
TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN ŞEREKÎ PSÎKOLOJÎK E

Rojnameya heftane Xwebûn ku li bakurê Kurdistanê tê amadekirin di hevpeyvîna vê heftiyê de cih daye yek ji berpirsên rojnameya Şems Newsê Muhsîn Ewedullah.

Muhsîn Ewedullah ku bi taybetî di heqê doza kurdî û Tirkiyê de kar dike, destnîşan dike ku;

Modela xweseriya demokratîk a ku Kurd li bakur û rojhilatê Sûriyê bi pêş dixin, modeleke nû ye û wiha dibêje:

Projeya Xweseriya Demokratîk, di dîroka Rojhilata Navîn de pêvajoyeke nû û pêşketineke siyasî ya girîng e. Ew şêweyekî nû yê pergalên siyasî ye ku li herêmê mînaka wê tune ye. Ew li ser bingeha felsefeya ku gel xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe, hatiye avakirin.

Ewedullah diyar dike ku aliyekî tecrîda li ser Rêber Apo jî şerê li dijî fikra xweserî û xwerêveberiyê ye

Birêz Ocalan, ji bo kurdan yek ji sembolên herî girîng e. Lewre jî dewleta tirk hewl dide zextên mezin lê bike.

Ewedullah dibêje Dewleta tirk naxwaze gel û alîgirên Ocalan dengê wî bibihîzin û vê nirxandinê dike:

Bê guman dewleta tirk gelek caran şerên psîkolojîk li dijî kurdan dimeşîne. Ev tecrîd beşeke ji wî şerê psîkolojîk e ku li dijî kurdan tê meşandin.

Wekî mînak gelek caran der barê rewşa Ocalan de nûçeyên wekî ku tenduristiya wî û rewşa wî ne baş e belav dikin.

Li kêleka vî şerê psîkolojik, hem li Sûriyê hem li Iraqê bê navber li dijî kurdan şerê çekdarî jî dimeşînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv