BÛYERA 5’Ê HEZÎRANÊ LI METÎNA
SOZDAR AVESTA: PILANEKE JI BO CIVÎNA NATO’YÊ BÛ
Endama Konseya Seroaktiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, mêvana bernameya taybet a televîzyona me bû.
Avesta êrişa hêzên PDK’ê ya 5’ê Hezîranê li dijî qadên gerîla yên li Metînayê bi bîr xist.
Û ev tespît kir:
Dewleta Tirk xwest bi vê êrişê, beriya civîna NATO’yê bêje “PKK kurdan dikuje.”
DORGIRTINA LI QADÊN GERÎLA JI ALIYÊ PDK’Ê VE
SOZDAR AVESTA: PDK DESTÊ GERÎLA YÊ DI GEWRIYA DAGIRKERIYÊ DE SIST DIKE
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta li ser dorgirtina li qadên gerîla jî axivî.
Bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîla, ku artêşa Tirk li Zap, Metîna û Avaşînê aniye ber têkbirinê.