Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bûyera Metîna ya 5’ê Hezîranê: Ji ber çi daxwaza PKK’ê ya lêkolînê bê bersiv hate hiştin?

 

BÛYERA METÎNA YA 5’Ê HEZÎRANÊ
JI BER ÇI DAXWAZA PKK’Ê YA LÊKOLÎNÊ BÊ BERSIV HATE HIŞIN?

5’ê Hezîranê, Herêma Metînayê..

Wê rojê gerîllayên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk di nava şerekî giran de bûn..

Û ji nişkê ve PDK hêzên xwe ên taybet tevî wesayîtên zirxî û çekên giran veguhestin qadên gerîlla..

Gerîllayên ku ji ber vê yekê ketina nava fikaran, bang li PDK’ê kirin da ku vê tevgera xwe rawestînin.

Li gorî agahiyên ku fermandariya gerîlla bi raya giştî re parve kir, PDK’ê guh neda banga wan û hewl da li herêma şer hêzên xwe bicih bikin.

Li hemberî vê, gerîlla vê carê bi armanca hişyarîkirinê, çend gulleyan berdidin hewayê..

Di wan kêliyan de teqîneke ku heta niha nayê zanîn çawa pêk hatiye rû da û di encamê de 5 endamên hêzên PDK’ê jiyana xwe ji dest didin..

Çapemeniya girêdayî PDK’ê pêşî eşkere kir ku bûyer di encama êrişa balafirên artêşa Tirk de pêk hatiye..

Lê paşê kesê binavê Lezgîn Serbest derket pêşberî kamereyan û bêyî ku ti lêkolîn werin kirin, PKK’ê weke berpirsiyarê teqînê nîşan da.

Li hemberî vê tewanbariyê, fermandariya HPG û PKK’ê nerazîbûn nîşan dan û eşkere kirin ku ti pêwendiya wan bi bûyerê re tine ye.

Ne tenê PKK’ê, her wiha pêşmergeyên ku di bûyerê de birîndar bûn û xelkê herêmê jî xwedî heman fikrê bûn..

Ji bo ku ti predeyeke şêlo li ser mijarê nemîne, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan bang PDK’ê kir da ku ji bo zelalkirina bûyerê, komîteyeke lêkolînê ya serbixwe were avakirin..

Hem ji ber bangên PKK’ê û hem jî zexên civakê, komîteyeke ji parlementerên Iraq û herêma Kurdistanê di navbera 8 û 9’ê Hezîranê de xwest ku herêmên şer lêkolînê pê bînin..

BÛYERA METÎNA YA 5’Ê HEZÎRANÊ
ŞAYAN ESKERÎ: NEHIŞTIN EM WESAYÎTA ZIRXÎ YA HATÎ TEQANDIN, LÊKOLÎN BIKIN

Lê derket holê ku wesayîta zirxî ya hatî teqandin, nîşanî heyetê nedane..

Li ser mijarê, endama heyetê û parlementoya herêma Kurdistanê Şayan Eskerî agahiyên girîng bi raya giştî re parve kir..

Bûyer li devera Dêrkarê rû daye.

Li vê herêmê ti baregehên gerîlla tine ne.

Beriya heyta hevbeş biçe herêmê bi rojekê, wesayîta zirxî ya bibû armanca êrişê, ji cihê bûyerê hate rakirin.

Wesayîta mijara gotinê, nîşanî endamên heyeta lêkolînê nekirin.

Parlementer Şayan Eskerî, anî ziman ku wan xwestiyê mijara birîna daran ji aliyê artêşa Tirk ve jî lêkolîn bikin wû wiha got:

Ji ber êrişên dewleta Tirk, beşek ji gundên herêmê hatine valakirin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk heta niha daristanên 60 gundan birîne.

Şayan Eskerî wekî din eşkere kir ku artêşa Tirk bi kurahiya 15 kîlometre derbasî axa Başûrê Kurdistanê bûye û tenê li herêma Duhokê 70 baregeh ava kirine.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv