Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sîxurên rejîma Sûrî li xwe mukir hatin

 

SÎXÛRÊN RÊJÎMA SÛRÎ LIXWE MUKIR HATIN
“EM JI BI TÊKBIRINA ARAMIYÊ LI HESEKÊ Û DÊRA ZORÊ HATIN ERKDARKIRIN”

Li Rojavayê Kurdistan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, piştî şikestina çekdarî ya çeteyên DAIŞ’ê, tevgerên provokatîf û hewldanên peydakirina şer û fiteneya di navberan gelan de zêde dibin.

Li aliyekî dewleta Tirk û li aliyê din jî rêjîma Sûrî bi rêya sîxûr û şaneyên xwe ên veşartî vê yekê didin.

Heta niha di encama operasyonên taybet ên hêzên asayîl û Antî-teroê de bi dehan sîxûrên Tirk û rêjîma Sûrî hatine girtin.

Hemû jî li wê yekê mukir tên ku armanca wan têkbirin aramiya li herêmê ye.

Herî dawî Yekîneyên Antî-Terorê 3 endamên şaneya girêdayî îstixbarata hikumeta Şamê girtin.

Ji wan kesê binavê Tariq Siûd El-Teban berpirsê şaneyê ye û karê wî xapandina ciwanan bi rêya pereyan e.

Endamên din ê şaneyê Ehmed Metir Qesbîr û Ella Fethî Metir jî ji bo diyarkirina navendên QSD’ê û peydakirina şerê di navbera gelan de hatine wezîfedarkirin.

Ehmed Qesbîr ku berê di nava hêzên rêjîmê de bû dibêje, dema xwestiyê careke din vegere nava rêjîmê şert danîne pêşiya wî da ku dijî QSD’ê kar bike:

Ji bo min efû bikin, şertê kuştina şervanên QSD’ê û diyarkirina cihê wan danîn pêşiya min. Bi taybet herêma Dêrza Zorê weke qada me a xebatê hate destnîşankirin.

Bi vê armancê min cihê xwe di nava şandeyên veşartî de girt..

Kesê binavê Ella Fethî jî eşkere kir ku wî li ser fermana kesên di nava rêjîma Sûrî de êrişên bombeyî li dijî şervanên QSD’ê pêk anîne..

Berpirsê şaneya veşartî Tariq Siûd El-teban jî lixwe mukir hat ku erka wan hedefgirtina erebeyên girêdayî QSD`ê bû û got:

Di rewşa heyî de 50 komên veşartî yên girêdayî îstixbarata Şamê ya li herêmê hene û armanca wan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û ewlehiyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv