LI EFRÎNÊ ÇETE TÊN BICÎH KIRIN
LI 9 GUNDÊN CÛDA 9 HEZAR Û 75 MALBATÊN ÇETE BICÎH BÛNE
Bi dagirkirina bajarê Kurdan Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dewleta Tirk mohra xwe li komkujiyên mezin da.
Her wiha guhertina demografiya herêmên dagirkirî jî berdewam dike..
Li şûna gelên herêmê malbatên çeteyan xwe bi cih dike.
Li gor zanyariyên hatine bi destxistin dewleta dagirker li 9 gundên Efrînê bi darê zarê dane valakirin.
Û li şûna wan piraniya wan Ereb û Turkmen, 9 hezar û 75 malbatên çeteyên xwe li van gundan bi cihkirine.
Gundên ku malbatên çeteyan hatine bi cih kirin ev in:
Meydankê, Dêr-siwanê, Îska, Ereba, Qîbarê, Basûtê, Birc, Feqîra û Qudê.
Ev yek ji aliyê Saziya Çavdêriya Qirkirinê weke sûcê li dijî mirovahiyê hatiye binavkirin
Lê ji ber bêdengiya hêzên Cîhanî dewleta Tirk van kiryarên xwe yên hovane didomîne