Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şirketên Belçîka ambargoya çekan a li ser Tirkiye binpê kir 06.12.2020

Li gorî nûçeyeke di rojnameya De Morgen a li Belçîkayê weşan dike, şirketên Belçîka yên ji ber valatiyeke ya mevzûatê ya hinardekirinê ambargoya çekan a ji bo Tirkiyeyê binpê kirin.

Sala borî serokê herêma Flaman Jan Jambon ji bo Tirkiye ya ku destek dayî çete û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn, destûra hinardekirina amûrên leşkerî ya ji bo Enqerê dabû rawestandin û dest bi ambargoya çekan kiribû.

Li gorî nûçeya De Morgenê hatî weşandin, şirketên Flaman hinardina parçeyên A400M a balafira leşkerî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bikaranîn, dewam kiriye. Bi hinardekirina van parçeyan re biryara Jambon a çekan a di çarçoveya hevkariya NATO’yê de ye bi hinceta amûr peyda kiriye hatiye binpêkirin.

Şirketên Flaman ên raste rast ji bo Tirkiyeyê hinarde dikin, li şûna ku parçeyan bişîne Tirkiyeyê, radestî tesîsên hilberînê yên Spanyayê kiriye.

Ji sala 2013’an û vir ve şirketên Flaman bihayê 86 milyon Eûro parçe ji bo Tirkiyeyê şandine.

Balafirên mijara gotinê Tirkiye di serî de li çeteyên li Sûriyeyê ji bo Lîbya, Azerbeycan, Qerebaxa Jor û gelek ciha ji bo şer veguhestine. Her wiha A400M di bikaranîna neqilkirina çekan a ji bo Lîbyayê jî hatiye bikaranîn.

Saziyên navneteweyî herî kêm 15 seferên A400M a ji Tirkiyeyê çûyî Lîbyayê tesbît kirin. Ji bo Azerbeycanê jî herî kêm 6 carî tezbît kirine.

Li gorî rapora saziyeke bi navê Vredesactîeyê, parçeyên balafirên A400M ji sedeî 10’ê bazirganiya çekan a herêma Flamanê pêk tîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv