Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk sewqiyetên leşkerî ber bi Sûriyê ve dewam dike 06.12.2020

Şevê din, artêşa Tirk a dagirker nêzî 15 wesayit û kamyonên leşkerî û lojîstîkê barkirî di dergeha Kefer Lûsîn ê sînorî bi Lîwa Iskenderon re derbasî bakurê Idlibê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker di dergeha Kefer Lûsîn ê sînorî bi Lîwa Iskenderon re, derbasî bakurê Idilbê bû.

Li gorî SOHR`ê, artêşa Tirk a dagirker nêzî 15 wesayit û kamyonên bi leşkerî û lojîstîkê barkirî derbasî nuqteyên çavdêriyê yên li herêma “Bê çek” kir.

Ji destpêkirina agirbestê ve, artêşa Tirk a dagirker nêzî 7 hezar û 560 wesayitên leşkerî û bi hezaran leşker derbasî xaka Sûriyê kiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv