Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Simon Dubbins: ‘Fikr û têkoşîna Ocalan çavkaniya me ya îlhamê ne’

 

KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
SIMON DUBBINS: FIKR Û TÊKOŞÎNA OCALAN ÇAVKANIYA ME YA ÎLHAMÊ NE

Berpirsê navnetewî yê Yekitiya Sendîkayên Karkeran a Brîtanyayê UNITE The UNION’ê Simon Dubbins der barê komploya 15’ê Sibatê de bersuiv da pirsên rojnamevan Erem Kansoy.

Dubbins di heman demê de ji rêvebirên Kampanya Navnetewî ya ji Ocalan re Azadî ye.

Sendîkavanê brîtanî serdema ku komplo bi pêş ket bi bîr xist û ev nirxandin kirin:

Ocalan li herêmê ji aliyê gelek hêzan ve weke talûke dihat dîtin.

Tevgera ku Ocalan ava kirî, ji bo mafê jinan, xweşbîniya di nava gelan de bi pêş dixist, Ev jî ji aliyê dewletên zordest ve weke talûke dihat dîtin.

Hêzên li herêmê jî ji bo ku Ocalan ji holê were rakirin, bûn yek.

Wan wisa hisab dikir ku bi vî awayî wê pirsgirêkê çareser bikin.

Lê em bûn şahid ku hisabê wan li hev derneket.

KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
SIMON DUBBINS: XWESTIN BI KOMPLOYÊ FIKRÊN OCALAN JÎ ESÎR BIGRIN

Dubbins bal kişand ser bi rêbazên cuda dewamkirina komployê jî û îşaret bi girîngiya têkoşînê kir:

Komplogeran xwest bi esareta Ocalan re fikrên wî jî esîr bikin.

Wisa bawer dikirin ku wê bi komployê re tevgera li ser fikr û têkoşîna Ocalan dimeşe jî bi dawî bibe.

Em îro bi çavê xwe dibînin ku negihîştine mexseda xwe.

Lê li aliyê din tecrîda li Îmraliyê jî dewam dike.

Îro roj gelekî girîng e ku em hemû tecrîdkirina Ocalan mehkûm bikin.

Dubbins herî dawî li dijî komploya 15’ê Sibatê piştevaniya têkoşîna gelê kurd kir û ev peyam da:

Ev têkoşîna we ya dîrokî ya ji bo avakirina siberojên xweştir ji bo mirovên xwedî heman nirxan çavkaniya îlhamê ye.

Bila hêviya we neşkê, em bi we re ne. Heta Ocalan azad bibe, demokrasî û aşitî serwer bibe jî em ê bi we re bin. Em ê bi hev re ji bo vê têbikoşin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv