HEVSEROKÊ HDP’Ê SANCAR JI BBC RE AXIVÎ:
DIVÊ PARTIYÊN MÛXALEFETÊ WÊREK TEVBIGERIN
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar ji BBC Tirkî bersiv da pirsin Ayşe Sayin ên li ser rewşa Rêber Apo, hewldanên tifaqê, civîna lîderên partiyên mûxalefeta Tirk û gelek mijarên din.
Sancar pêşî civîna lîderên 6 partiyên mûxalefetê yên Tirkiyê û nêzîkatiya wan a li hemberî HDP’ê jî rexne kir.
HEVSEROKÊ HDP’Ê SANCAR JI BBC RE AXIVÎ:
HDP JI MUZAKEREYÊN JI BO NAMZEDÊ HEVPAR RE VEKIRÎ YE
Sancar bi taybetî helwesta şîrikên tifaqa Millet CHP û Îyî Partî rexne kirin û got: Tenê gotinên wekî HDP rewa ye, em hevdîtinan pêk tînin ne bes in. A rast, têkiliya di navbera wekhevan de ye. Muzakere û diyalog pêwist in. Bi taybetî helwesta Îyî Partî ku dibêje divê HDP were girtin, nayê qebûlkirin.
Sancar anî ziman ku daxwaza wan a di civîna lîderên 6 partiyan de cih girtin nîne û got: Me bi xwe biryar daye em tifaqekê ava bikin. Li aliyê Tirkiyê bi partiyên çep û demokrat re em tifaqê pêk tînin. Li Kurdistanê jixwe bi partiyên Kurd re, tifaqek heye. Emê bi xwe beşdarî hilbijartinê meclîsê bibin. Lê ji bo hilbijartina serokkomarî, em dikarin namzedek hevpar muzakere bikin.
HEVSEROKÊ HDP’Ê SANCAR JI BBC RE AXIVÎ:
BIHÊLIN BILA OCALAN BI XWE BIAXIVE Û CIVAK FIKRÊN WÎ FÊR BIBE
Hevserokê HDP’ê Sancar li ser gotinên şefê faşîst ê Tirk Erdogan ên li ser Rêber Apo jî got: Erdogan dixwaze meseleyê şilo bike. Wan bi xwe birêz Ocalan tecrîd kiriye. Bila bihêlin parêzer, malbat an heyetên serbixwe biçin Îmraliyê. Bila birêz Ocalan bi xwe biaxive û civak jî bibîne, ka ew dibêje.
Sancar li ser doza girtinê jî got: HDP hêzeke siyasî û civakî ye. Doz nikare bandor li wê hêza siyasî û civakî bike. Em bi her awayî hêza xwe diparêzin. Riya me riya raste û her ku diçe mezin dibe. Jixwe anketên dawî jî nîşan didin ku, HDP ber bi ji sedî 15 ve mezin dibe. HDP hêvî û alternatîf e. Navnîşana rast a demokrasî û jiyana hevpar û azadiyê ye.