“MEŞA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA SIBE LI BATMANÊ”
HEYETÊ BI SERDAN Û HEVDÎTINAN BANGA TEVLÎBÛNÊ KIR
Heyeta KCD, TJA, DBP û HDP’ê ev 3 roj in li bajarok, navçe û navenda bajêr serdan û hevdîtinan dike.
Bi taybetî di serdan û hevdîtinan de meşa sibe ya ku wê li Parka Ataturkê saet 13:30’î de dest pê bike mijara sereke bû.
Îro jî Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP’ê yên Batmanê, Şirnexê û Amedê di nava gel de bûn.
Heyetê serdana Mebya-Derê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, malbatên girtiyên azadiyê, DBP, HDP, partiyên siyasî yên Kurdistanî kir.
Di serdan û hevdîtinan de banga tevlîbûna meşa sibe hat kirin.
“MEŞA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA SIBE LI BATMANÊ”
ÊRIŞ Û DORGIRTINA POLÎSAN JÎ NEKARÎ RÊ LI BER HEYETÊ BIGIRE
Polîsên dagirkeriya Tirk dema endamên heyetê berê xwe dan serdana esnafan, dor li wan girtin û êriş kirin.
Tevî vê yekê jî endamên heyetê li derve piştî hevdîtinan serdana esnafan kirin.