PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ
SYDNEY MORNÎNG STARÊ JI BO RÛPELEK XWE JI RÊBER APO RE VEQETAND
Sendîkaya Karkeran a Brîtanyayê ku xwedî mîlyonan endam e, ji bo azadiya Rêber Apo kampanya bi navê “Dem Hatiye ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê Aştî” dimeşîne.
Heta niha bi sedan kesayet, akademîsyen, nivîskar û xwediyên xelata Nobel û xelatên navnetewî jî beşdarî kampanyayê bûne.
Ev xebatên vê kampanyayê li parzemînên cuda yên cîhanê jî di ser medyayê re dewam dike.
Federasyona Civaka Kurdistaniyên li Awusturalyayê jî der barê kampanyayê de îlanek dan rojnameya rojane Sydney Mornîng Heraldê.
Rojnameyê ji bo îlanê rûpelekê xwe veqetand.
Di îlana rojnameyê de, posterên Rêber Apo ên di destê endamên sendîkaya brîtanî de û nivîsa “Ji Ocalan re azadî” cih digirin.
Beriya niha rojnama heftane ya Alman Der Freitag jî ji bo balê bikşîne ser daxwaza azadiya Rêber Apo, rûpeleke xwe bi temamî ji bo kampanyaya sendîkaya karkeran veqetandibû..
Federasyona Civaka Kurdistaniyên li Awusturalyayê beriya niha jî li bajarê Pertê yê Awusturalyayê ji bo Rêber Apo çalakiyeke balkêş pêk anîbû.
Federasyon û navendên civaka demokratîk a Kurdistaniyan balafirekê pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” du saetan li ser herêmên herî qelebalix ên bajêr dan firandin.