Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Seydi Firat: ‘Têkoşîna li hemberî tecrîd û bêhiqûqiyê berpirsyariyeke mirovî ye’

 

TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ TECRÎD Û BÊHIQÛQIYÊ BERPIRSIYARIYEKE MIROVÎ YE
SEYDI FIRAT / YENÎ YAŞAM

Li Tirkiyeyê cezayê heta hetayê bi israr li ser girtiyan tê ferzkirin. Ev yek li dijî peymana Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û rêgezên Mandela yên ku Neteweyên Yekbûyî di 2005’an de xist pratîkê. Ev pêkanîneke êşkenceyê û wekî cûreyekî êşkenceyê tê pênasekirin. Israra Tirkiyê li hemberî Birêz Ocalan e. Ji bo birêz Ocalan jê sûdê wernegire Tirkiye naxwaze guhertinê bike. IHD, TÎHV, TOHAV û OHD, li hemberî vê helwesta Tirkiyê serî li komîteya wezîran a Konseya Ewropayê dan. Tê payîn ku komîteya wezîran, di civîna xwe ya di navbera 30’yê Mijdarê-2’yê Kanûnê de bigire dest.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, di 2014’an de biryara guhertina înfaza cezayê heta hetayê da û ji Tirkiyê jî xwest di vê çerçoveyê de guhertinê çêbike. Tevî ku di ser re 7 sal derbas bûye jî Tirkiye, tu guhertinek çênekiriye.
(…)

Helwesta 23 salan a Konseya Ewropayê ya li hemberî Birêz Ocalan jî mînaka bê hiqûqiyê ye. Bi vê helwesta xwe jî ji darizandina neadîlane ya Îmraliyê bigire heta sîstema tecrîdê, di mayîndekirina tecrîdê de jî bandor kir. Û di vê mijarê de berpirsiyariyeke wê ya mezin heye.

Parêzerên birêz Ocalan, di 2002’yan de bi mebesta ku darizandina li Îmraliyê di rewşeke adîlane de pêk nehatiye, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dan. Dadgehê di 2005’an de derbarê serlêdanê de biryar dan. Dadgehê biryar da ku darizandin bi awayekî adîlane pêk nehatiye û xwest ji nûve pêk were. Lê belê ji ber ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di çerçoveya biryarên dadgehê de li ser Tirkiyê sepandinan pêk neanî, darizandin jî pêk nehat.
(…)

Versiyona vê polîtîkaya ku di trajediya Kurdan de, bêedaletiyê de bandoreke jiyanî kir; îro bi tecrîd, qedexeya PKK’ê, dagirkeriya desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê, êrişên kîmyewî û konsepta hilweşînê dewam dike.

Li aliyê din îro li her dera cîhanê, ji bo tecrîda li ser birêz Ocaln bidawî bibe û bigihîje azadiya xwe xwedîderketinek heye. Ev jî dibe helwesta û doza gelê Kurd, mirovahî, hêzên demokratîk, rewşenbîr û aliyên azadîxwaz. Ev herikandin wê zêdetir bibe gerdunî, mezintir bibe. Ev doza mezin a mirovahiyê rengê xwe dide dîrokê.
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv