Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: ‘Dijberiya Kurd AKP jî têk bir’

 

DIJBERIYA KURD AKP JÎ TÊK BIR
FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN

Li Tirkiyeyê jî rejîma AKP‐MHP’ê ji ber polîtîkayên xwe yên şer, aboriya welat têk bir. Siyaseta li ser têgeha yek “welat, yek al, yek dîn û yek zimanî” hatiye avakirin, di vir de diyarker e.

Di pêvajoyên guherîn û veguhertinên civakî de her dem hin têgeh, statû, sazî û kes xwe li ser civakê ferz dikin. Ev kesên li ser postê desthilatiyê rûniştine ji bo desthilatdariya xwe li ser piyan bigirin hemû nirxên civakê binpê dikin. Di vê qonaxê de zêdetir zirarê didin civakê. Di kêliyên xwe yên dawî de jî van têgehên xwe yên qirêj li ser civakê ferz dikin.

Ev sazî û kesên ku ew qas qirêj bûne û bi zîhniyetên xwe yên xirab ve xwe li ser civakê ferz dikin. Ji ber ku ev kes di warê psîkolojîk de xwe di ser civakê re dibînin nikarin ji daxwazên civakê re jî bibin bersiv. Ango naxwazin bibin besiv. Ev jî bi xwe re di warê rêvebiriyê de xetimandinê tîne.
(…)

Ji ber vê yekê dema em rewşa Tirkiyeyê dinirxînin têkçûna rejîma AKP/MHP’ê daye avakirin mirov nikare bi yek sedemê ve girê bide. Ji aliyekî polîtîkaya şer ku di van salên dawî de bûye yekem stratejiya vê desthilatiyê, ji aliyê din ve bêedaletiya li ser civakê tê ferzkirin û qezanca bêked a alîgirên rejîmê dihêle ku rewşa welat ber bi xirabiyê ve biçe. Berdêla vê rewşa xirab jî civak dide.
(…)

Erdoganê xwe lîderê cîhanê dibîne ji bo desthilatdariya xwe ji vê rewşa kambax rizgar bike bi dijminên xwe re jî rûdinê. Hemû dewlemendiyên ser erd û binerd ên welat pêşkeşî şîrketên biyanî tên kirin.
(…)

Çend roj berê di bin navê pêşxistina têkiliyên aborî de prensê Ebû Dabî Zayîd El Nahyan jî bi heman mebestê serdana Tirkiyeyê kir. Di encama hevdîtinên ku hatine kirin de li ser 10 xalan peyman hatin girêdan. Sazî û dezgehên bi wan re peyman hatin îmzekirin jî hemû yên derdora desthilatdariyê bûn.

Ev jî dide diyarkirin di warê siyasî û aborî de êdî rejîma Erdogan xetimiye, pêşiya xwe nabîne û ji mûdaxeleyan re vekiriye. Ger civak di xeta rast de xwedî li nirxê xwe dernekeve wê rewşa welat hîn bêtir ber bi xirabiyê ve biçe.
(…)

Lê divê em baş zanibin ku ji bo derketina ji vê rewşê jî hilbijartin ne riya çareseriyê ye. Her kesên ku têgeha AKP baş naskiribin gihiştine wê zanebûnê ku AKP bi hilbijartinê naçe.
(…)

Li şûna vê rejîma ku nasnameya sazî û dezgeha di ser civakê re dibînin pêwîstî bi avakirina rêvebiriyek demokratîk heye. Ji bo vê jî pêwîstî bi yek girtina civakê û xwedî lêderketina nirxên xwe heye. Naxwe wê ev krîz kurtir bibe û pêşî li rewşa hîn xirabtir veke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv