Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şervanê YPG’ê yê Amerîkî Sîpan: Tevlîbûna nava tevgera azadiya Kurd, rûmet e

 

ŞERVANÊ YPG’Ê YÊ AMERÎKÎ SÎPAN:
TEVLÎBÛNA NAVA TEVGERA AZADIYA KURD, RÛMET E

Sîpan Van Spronson.

Ciwanekî enternasyonalîst ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye…

Beriya 15 mehan ji dûrahiya 12 hezar kîlometreyan birê dike û berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê..

Û ew vê gavê şervaneke YPG’ê ye..

Bi gotina wî,

Ji ber baweriya bi şoreşa Rojava û îdeolojiya tevgera azadiya Kurd, biryar daye ku tevlî nava refên YPG’ê bibe

Sedema ku herî zêde bandor lê kirî jî avakirina pergaka ku xwe dispêre azadiya jinê ye..

Sîpan kêliya ku nû gav avêye nava axa Rojavayê Kurdistanê bi van gotinan tîne ziman:

Wê gavê hestên min ên azadiyê di nava kelecaneke mezin de bûn. Wekî din ji bo min cihê rûmetê bû ku ez li gel hevalên xwe cih di nava şerê li dijî DAIŞ’ê de bigrim.

Ji bo min tevlîbûna nava refên YPG’ê biryareke gelek hêja bû. Tevlîbûna nava tevgereke ku azadiya jinê ji bo xwe esas digre, cihê rûmetê ye.

Şervanê YPG’ê Sîpan tîne ziman ku bi qasî sedemên îdeolojîk, mijara parastina xwezayê jî bandoreke mezin lê kirî ye û wiha got:

Di nava vê tevgerê de qîmeteke mezin ji bo ekolojiyê tê nîşandan. Ev yek bi tena serê xwe dikare bihêke ku xwezaparêz ji gelek deverên cîhanê berê xwe bidin wir.

Sîpan di berdewamiya axaftina xwe de bang li Amerîka û welatên Rojavayî jî kir:

Êdî dema rehetiyê bidawî bû. Eger em girîngiyê didin azadî, wekhevî û demokrasiyê, lazime em erk û berpirsiyariyên xwe bicih bînin.

Eger em xwe weke mirov û şoreşger dibînin, divê em zanibin ku dema kar û xebatê hatiye. Êdî lazime herkes bizanibe ku tevlîbûna nava tevger û hêzeke wiha ne sûc e.

ŞERVANÊ YPG’Ê YÊ AMERÎKÎ SÎPAN:
BI QASÎ DAIŞ’Ê, GIRÎNGE KU LI DIJÎ FAŞÎZMA TIRK JÎ TÊKOŞÎN WERE XURTKIRIN

Têkildarî rewşa şerê li dijî DAIŞ’ê jî şervanên enternasyonalîst wiha axivî:

Rêveberiya Amerîkayê gelek caran îdîa dike ku wan DAIŞ têk biriye. Ev ne rast e. Asil ê li dijî DAIŞ’ê têdikoşe, şervanên azadiyê yên Rojava ne.

Hê jî xeteriya DAIŞ’ê dewam dike. Sivîl têne revandin. Serê wan têne jêrkirin. Şaneyên wan ên veşartî zêde ne.

Ji bo ev têkoşînê biserkeve, tenê şerê li dijî DAIŞ’ê nabe. Lazime heman şer li dijî komên girêdayî dewleta Tirk jî were kirin.

Di nava van koman de gelek DAIŞ’î hene.

Lazime were zanîn ku berpirsiyariya Amerîkayê di hatina van koman de heye. Siyaseta Amerîka rê li ber dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê vekir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv