Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Serokwezîrê Awûstiryayê Sebastian Kurz: Li Tirkiyê zext li mirovan tê kirin

 

“LI TIRKIYÊ ZEXT LI MIROVAN TÊ KIRIN”
SEROKWEZÎRÊ AWÛSTIRYAYÊ SEBASTIAN KURZ DEWLETA TIRK REXNE KIR

Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kurz bersiv da pirsên xwendevanên rojnameya “Heute”.

Yek ji xwendevanan pirseke wiha li Kurz kir: “Gelo Tirkiye di nava 10 salên bê de dikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê?”

Di bersiva xwe de Kurz rexneyên tund li desthilatdariya Erdogan kir.

Kurz gotina xwe anî ser wê yekê ku Tirkiye teqez di nava 10 salan de nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê û got: “Ez ê ji vê re bêjim na û ji bo vê bixebitim.”

Kurz anî ziman ku Tirkiye gav bi gav ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve û got, “Li Tirkiyê rojnamevan û mirovên xwedî nêrîna siyasî ya cuda tên di bin çavdêriyê de ne.

Zext li mirovan tê kirin. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Cihê vê yekê li Ewropayê nîne.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv