Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Şengalê çalakiya nobeta li ber Asayişê bi dawî bû

 

LI ŞENGALÊ ÇALAKIYA NOBETA LI BER ASAYÎŞÊ BI DAWÎ BÛ
DESTEYA RÊVEBIR: EMÊ JI BO XWESERIYA ŞENGALÊ DI NAVA XEBATAN DE BIN

Desteya rêvebir ya Şengalê bi daxuyaniyekê beyan kir ku wan çalakiya xwe ya ku 138 rojan dom kir bi dawî kirine. Lê ewê tim li hemberî hercure komployan şiyar bimînin.

Çalakiya ku tê behs kirin di cotmeha 2020’an de weke nobeta li ber deriyê Asayişê hatibû dest pêkirin.

Gelê Şengalê dixwest hukumeta Bexda û PDK’ê peymana ku di navbera xwe de li ser qedera şengalê imzekiribun betal bikin.

Ev peyman li ser zextên dewleta tirkiyê ji bo tasfiyekirina Asayişa Şengalê hatibû îmze kirin.

Ji wê demê ve ji gelek beşên civakê kes çûn serdanê û piştgiriya xwe ya ji bo asayîşa Êzdixanê nişan dan.

Di daxuyanoyê de Desteya rêvebir ya Şengalê ji hemû beşdran re sipasiyên xwe pêşkêş dike û dide zanîn heya misogerkrina Xweseriya Şengalê û azadiya gelê heremê ewê tim bi şiklên cuda di nava tekoşîne de bin.

Di daxuyaniyê de herwiha rewşa siyaî ya li heremê jî hat nirxandin û hêzên navnetewî yên li heremê bi tundî hatin rexne kirin.

Qismek daxuyaniyê wiha ye:

“Li aliyekî koalisyona nav dewletî ya bi serkêşa Emerika, li kêleka wan hêzên Rûsya u Îran ji aliyê din artêşa tirk û çeteyên wê şerê berjewendiyên xwe dimeşînin. Her yek ji wan, ji bo mayindekirina hakimiyeta xwe şer dike. Gelê heremê ne xema wan e.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv