SEROKKOMARÊ HAÎTÎ BI ÊRIŞA ÇEKDARÎ HATE KUŞTIN
SEROKWEZÎR: ‘ÊRIŞ JI ALIYÊ KOMEKE ÇEKDARÊN BIYANÎ VE HAT KIRIN’
Serokwezîrê Haitî Calûde Joseph da xuya kirin, vê sibê komek komandoyên biyanî êriş birine ser mala serokkomar Jovanel Moize.
Di encamê de serokkomar mir, hevjina wî jî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Serokwezîr banga sukunetê li gel kir û got ewlekariya welêt di bin kontrolê de ye.
Tê gotin êrişkar bi zimanê Espanyolî axivîne
Jovanel Moîs 53 salî bû û ji sibata 2017an ve li ser kar bû.
Roja Duşemê wi hewl dabû hukumet û serokwezirê niha biguherîne, lê li ser vê yek kirîzeke siyasî derketibû.
Haîtî yek ji welatên herî xizan ê Amerîka Latine. Ji ber gendelî û karên çeteyan, gel ji helwesta serokkomar Moze ne razî bû.