Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rewşa cotkarên Bakurê Kurdistanê gelekî xerab e

 

LI ALIYEKÎ AKP LI ALIYÊ DIN HIŞKESALÎ
REWŞA COTKARÊN BAKURÊ KURDISTANÊ GELEKÎ XERAB E

AKP di sala 2002’yan de li Tirkiyê bû desthilat.

Ji wê demê ve hatiniya cotkaran ji sedî 8 lê deynê wan ji sedî 63 zêde bûye.

Deynê cotkaran bûye 205 mîlyar lîreyên Tirk.

Ji vî deynî 146 mîlyar û 600 milyon deynên bankayan e.

Buhayê mazot û ziblê jî hema bêje rojane zêde dibe.

Li gel van qedexeyên zozanan, buhabûna êmê heywanan, lêçûnên ji bo derman xwedîkirina sewalan jî qedandiye.

Êrişên qirrkirina gelê kurd jî dikin ku ji gundan ber bi bajaran ve koçberî çêbibe.

Di vê tabloyê de polîtîkayên dijmintiyê yên li dijî gelê kurd di mijara zîraet û cotkariyê de jî xwe didin der.

Li gel vê, hişkesaliya jî, îsal adeta pişt li cotkaran şikandiye.

Li gorî meteorologan hişkesaliya li Amedê ya herî xirab a 50 salên dawî ye.

Cotkar ji bo karibin ziyana xwe kêm bikin dixwazin ji cihokên DSÎ’yê zeviyên xwe av bikin.

Lê hikûmeta AKP’ê li vir li pêşiya wan dibe asteng û avê nade yan jî bi bihayekî zêde difiroşe.

Li navça Erxenê cotkar li gel buhabûnê jî ji DSÎ’yê avê dikirin.

Li navça Bismilê wekîlên AKP’ê ji cihokan bêyî bedêlekê zeviyên xwe av didin.

Cotkar li dijî vê bi bertek in û dixwazin pirsgirêkên wan werin çareserkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv