Parlementerê Berê yê Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn, da zanîn ti rûmetek ya desthilata Herêma Kurdistanê nemaye û got; “Ji berku em dibînin çawan Kurdistan li ber êrişên dagirkeriyê de ye, lê desthilat ji daxuyaniyê zêdetir tiştek nekirine. Ger rûmeta wê hebûya diviyabû helwestek herî mezin li dijî dagirkeriyê nîşandaya.”
Parlementerê Berê yê Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn, di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xak Başûrê Kurdistanê û helwesta desthilata Başûr a li beramberî dagirkeriyê ji Rojnews’ê re axivî.
‘Ti rûmeta desthilatê nemaye’
Şêrko Heme Emîn got; “Desthilata Kurdî ti rûmetek xwe nemaye, ji berku em dibînin çawan Kurdistan rastî êrişên dagirkeriyê tê û desthilat jî ji daxuyaniyek zêdetir tiştek din nake. Ger rûmeta wê hebûya diviyabû helwestek herî mezin li dijî dagirkeriyê nîşandaya. Lê mixabin hinek ji wan hizbên siyasî rewatiyê bi dagirkeriyê didin û li bendêne ku gel jî çav li wan bikin.”
‘Desthilata Herêmê nikare xaka xwe bi parêze’
Şêrko Heme Emîn diyarkir ku erkê hemû Kurdeke ku bi gotinî jî be divê xaka xwe bi parêze û wiha domand; “Ji berku ti desthilatek nikare xwe li ber hêza gel ragire. Ji bona wê îro be yan jî sibe be, divê wane ji wê yekê were girtin ku desthilata Herêmê nikare xaka xwe û gelê xwe bi parêze.”
Di dawiyê de jî Şêrko Heme Emîn da zanîn xelkê gundên li ser sinor ji ber bombebarana dewleta Tirk neçar dibin gundên xwe diberdin û diyarkir ku erkê desthilatê ye şêniyên wan gundên li deverên sinorî bi parêzin.