Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mazlûm Heften: ‘Pêşmerge bi dilê xwe li gel gerîla ne’

 

Berpirsê Peywendiyên Derve yê PJAK Û KODAR’ê Mazlum Heften, têkildarî dagirkeriya Tirk û bûyera li Metînayê got, “Ger pêşmerge bi fîzîkî jî şerê dagirkeran nekin, lê bi dilê xwe li gel me de ne. Pêwîste helwest û nerazîbûna gel a li dijî dagirkeriya Tirk bigihe asta herî jor.”

Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR)’ê Mazlum Heften, têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, wêrankirina xwezaya Kurdistanê û helwesta gel a li dijî dagirkeriyê ji Rojnews’ê re axivî.

‘Armanc dagirkirina wîlayeta Musil û Kerkûke’

Mazlum Heften di destpêka axaftina xwe de got; “Tişta ku dewleta Tirk dike hem dagirkeriye, hem talankariye û vê yekê jî bi eşkere tîne ziman. Heta li Netewên Yekbûyî jî nexşeyek nîşanda ku ji Efrînê ta digihe sinorê Rojhilatê Kurdistanê bi kûrahiya 30-40 kîlometran ew dixwazin dagir bikin. Dewleta Tirk her çiqas PKK’ê û ewlehiya welatê xwe ji bo dagirkeriyê dike behane, lê eşkereye pilanek ya wan a ji bo bidawî anîna Peymana Lozanê heye. Dibêjin ku em dixwazin Osmaniyek nû avakin. Armanca wan jî ewe ku Wîlayeta Musil û Kerkûkê dagir bikin.”

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê jî Heften wiha axivî; “Roja destpêkirina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk giringe. Şeva 23 li ser 24’ê Nîsanê ku salvegera komkujiya Ermeniyane, ev peyameke ji bo hemû cihanê û bi taybetî jî gelê Kurd. Dixwazin bêjin, ji beriya 100 salan me komkujiya Ermeniyan pêkanî û kesê dengê xwe dernexist. Hîtler jî dibêje, Tirkan Ermeniyan komkuj kir, kê çikir? Ev xalek metirsîdar û hişyariyek cidî ye ji bo gelê Kurd û gelên din ên herêmê. Ger hinek vê êrişa dewleta Tirk bi şêwazek din bi nirxînin xwe di xapînin û rewatiyê bi dagirkerî û talankariya Tirk didin.”

‘Divê were zanîn pirsgirêk ne tenê ya PKK’ê ye’

Di dewamê de Mazlum Heften balkişand ser helwest û nerazîbûnên li dijî dagirkeriyê û wiha pêde çû; “Nerazîbûnên ku li hinek cihan li dijî dagirkeriyê hat nîşandan cihê rêzgirtinê ye. Hem li nava welat hem jî li dervey welat gel nerazîbûn nîşan dide. Li Silêmaniyê gel li ber Emnesoreke kombûn û gotin,em li cihek serhildanê li dijî dagirkeriyê destpêdikin ku sembola binkeftina dîkdatoriya Baase. Ev peyamek zelal bû. Lê metirsî gelek mezintire û divê bertekên heyî jî di asta metirsiya heyî de bin. Ger li benda desthilat û aliyan bimînin, wê dereng bimînin. Ger PKK were lewaz kirin, wê demê dagirkirina Kurdistanê wê hêsan bibe. Pêwîste her kes vê yekê bizane û nebêje tenê pirsgirêka PKK’ê ye.”

‘Ma berê kesê ji PDK’ê re digot vegere Başûr?’

Di derheqê helwesta berpirsên PDK’ê de jî Heften got, xelkê nîştimanperwer yê devera Behdînan ta niha xwedî helwestbûn û wiha domkir; “Hevalan li wê deverê bi hevkariya wî gelî jiyan dikir, eve rastiyeke. Lê mixabin hinek berpirsên PDK’ê dema derdikevin û daxuyaniyan didin, berpirsên Tirk bi xwe wan gotinan nakin. Pêwîste ev berpis bizanin ku dîrok van nêzîkatiyên wan dinivîse û gel ji bîr nake. Berpirsên ku daxuyaniyan didin û dibêjin bila PKK biçe Bakurê Kurdistanê xebat bike, ev tê wateya radestkirina PKK’ê bi dewleta Tirke û metirsiyeke. Ma PDK li çar parçên Kurdistanê nebû, xelkê wan parçên Kurdistanê alîkariya wan kirin, tevlî wan bûn, li ser wan şehîd û birîndar bû. Hatin girtin, koçber bûn û heta roja me ya îro jî baca wê yekê didin. Ma wê demê kesek ji wan re got vegerin Başûr? Ev gotin xizmeta dagirkeriyê dikin.”

‘Pêşmerge bi dilê xwe li gel gerîla ne’

Her wiha têkildarî bûyera li çiyayê Metînayê rû dayî jî Mazlum Heften wiha şîrovekir; “Di rojên borî de li Metînayê 5 pêşmerge şehîd bûn û hinek jî birîndar bûn. HPG’ê daxuyanî da û xwest şandeyek serbixwe lêkolîn li ser bûyerê bike. Pêşmerge birayên me ne û sembola serkeftina welatê me ne. Gerîla jî ji wê yekê piştraste ku pêşmerge şerê birayê xwe nake. Wê yekê jî dizanîn ku ger îro pêşmerge bi fîzîkî li dijî dagirkeriyê şer nake, lê bi dilê xwe li gel gerîla ne, ev gelek giringe. Daxwaza me ji pêşmergeyan jî ewe ku bizanin bi rastî jî jiyan ji destdana wan pêşmergeyan ji bo me û gelê me jî cihê xemgîniyek mezine. Divê were zanîn ku gerîla naxwaze ti demê berê çekên xwe bide pêşmerge û wek bira li pêşmerge temaşe dikin. Me bi wî çavî li Kobanê, Kerkûk, Mexmûr û deverên din mil bi milê pêşmerge şerê çeteyên DAIŞ’ê kir. Dibînin ku hinek berpirs û desthilat ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî, şexsî û malbatî ferman bi pêşmergeyan dike daku hevkariya dijmin bikin. Lê pêwîste pêşmerge hişyar be û sembolbûna xwe ya bo gelê Kurd bi parêze û biratiya xwe ya li gel şervan û gerîla bi parêzin.”

‘Ferqa ti dagirkeran nake’

Mazlum Heften li ser helwesta PJAK û KODAR’ê jî wiha axivî; “Wek tevgera Apo yî li Rojhilatê Kurdistanê li dijî hemû zilm û dagirkeriyê têkoşîn dikin. Li cem me ferqa ti dagirkerek nake. Îran di herêmê de şirîkê sereke yê dewleta Tirke. Ger li dîrokê temaşe bikîn, peymana Seebad, Bexda, Cezayîr û hemû peymanên din de em dibînin Tirkiye û Îran ji bo tinekirina gelê Kurd û şikandina îradeya Kurd hevkarê hevin. Wek tevgera Apoyî li Rojhilatê Kurdistanê em li dijî hemû cûre dagirkeriyek û talankirina Kurdistanê ne. Em li dijî hemû cûre sîxûrîkirin û kolekirina gelê me ne. Talaniya xwezayê, avakirina bendavan, kuştina kolberan û hemû zilma tê kirin em li dijî wê radibin û ji bona wê jî têkoşîn dikin.”

‘Roj roja parastina welate’

Di dawiyê de jî Berpirsê Peywendiyên Derve yê PJAK Û KODAR’ê Mazlum Heften ev bang kir; “Daxwaza me ji gelê me bi taybetî gelê Rojhilatê Kurdistanê ewe ku îro roj roja parastina welate. Pêwîste ciwanên Kurd îro çekê hilgirin û tevli nava refên gerîla bibin. Daku êdî dagirker xaka me dagir nekin. Bi tevlibûna ciwanan û serhildana gel gelek tişt dikare were guhertin. Dibe ku hinek nakokî navbera aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê de hebe, lê rewşa îro cûdaye, pêwîste em yekbûnê ji xwere esas bigrin û nakokiyên xwe çareser bikin. Ji berku niha rewşek ya dagirkerî û qirkirinê heye. Ji bona wê yekitiya me ji hertiştî ferztire.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv