Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şerê li dijî Dagirkeriyê

 

 

 

 

 

 

 

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê 4 gerîlayên 2019’an şehîd bûne bi bîr anîn û nasnama wan eşkere kir..

Herçar gerîla di encama bombebarana artêşa Tirk de şehîd bûne.

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG’Ê 4 ŞEHÎDÊN 2019’AN BI BÎR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 4 gerîlayên şehîd bi bîr anîn.

HPG’ê eşkere kir, ku Tebaxa sala 2019’an herçar gerîla di encama bomberdima dagirkeriya Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Emîne Akdogan bi nasnav Avşîn Serdem li Şirnexê ji dayîk bûye û 24’ê Tebaxa 2019’an şehîd bû.

EMÎNE AKDOGAN
AVŞÎN SERDEM
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: KAMER / HALÎL
24’Ê TEBAXA 2019’AN

Omer Karanfîl bi nasnav Egîd Botan li Sêrtê ji dayîk bûye û 24’ê Tebaxa 2019’an şehîd bû.

OMER KARANFÎL
EGÎD BOTAN
SÊRT
DÊ Û BAV: SUPHIYE / AYDIN
24’Ê TEBAXA 2019’AN

Mehmet Can Talay bi nasnav Rûbar Amed li Amedê ji dayîk bûye û 9’ê Tebaxa 2019’an şehîd bû.

MEHMET CAN TALAY
RÛBAR AMED
AMED
DÊ Û BAV: ÎNCÎ / MAHMÛT
9’Ê TEBAXA 2019’AN

Hewbeş Omer bi nasnav Gîvara Kurdan li Pênciwên ji dayîk bûye û 9’ê Tebaxa 2019’an şehîd bû.

HEWBEŞ OMER
GÎVARA KURDAN
PÊNCIWÊN
DÊ Û BAV: AZÎME OMER / OMER MECÎD
9’Ê TEBAXA 2019’AN

HPG’ê di daxuyaniyê de yek bi yek bi berfirehî behsa herçar şoreşgeran kir.

Ji bo Avşîn Serdem got, dema zanîngeh dixwend beşdarî xebatên ciwanan bû û 2016’an beşdarî nava refên gerîla bû.

HPG’ê ji bo gerîla Egîd Botan jî wiha got:

Ew li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Ji ber zextên dewleta Tirk malbata hevrêyê me ji neçarî berê xwe da metropolên Tirkiyê.

Li dijî êrişên qirkirinê berê xwe da nav refên gerîla.

Di daxuyaniyê de Rûbar Amed jî wiha hat gotin:

Ew li navçeya Amedê Erxeniyê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

HPG’ê ji bo gerîlayê ji Başûr Kurdistanê Gîvara Kurdan jî wiha got:

Ew li bajarê Pênciwên di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Di dawiya daxuyaniyê de HPG’ê ji malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest û got, em soz didin, ku em ê wan li Kurdistana azad bi bîr bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv