Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK’ê Nivîskar Haydar Işik Bibîranî

 

 

 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê nivîskar Haydar Işik bibîr anî.

KCK’ê ji gelê Dersimê û ji dost û hevalên wî re sersaxî xwest .

KCKê bal kişand ser aliyê welatperwreiya Işik û got wî terteleya Dersimê di dil û mejiyê xwe de hîs dikir û daxwaza wî ya herî mezin ev bû ku gelê Dêrsimê û nifşê nû ti carî vê qirkirinê ji bîr nekin û heta azadiya xwe tim di nava xebatan de bin.”

KCK’Ê NIVÎSKAR HAYDAR IŞIK BIBÎRANÎ
“DAXWAZA WÎ EW BÛ KU NIFŞÊ NÛ QIRKIRINA DERSIMÊ JI BÎR NEKIN”

Nivîskar Haydar Işik doh li nexweşxaneyek Almanyê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dabû.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê nivîskar Haydar Işik bibîr anî û ji gelê Dersimê re sersaxî xwest.

Qismek daxuyaniya KCKê wiha ye:

“Em bi xemgînî pê hesiyane ku nivîskarê hêja û hevalê me yê têkoşîna azadiyê rehmet kiriye.

Em ji malbata wî û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Wî terteleya Dersimê di dil, mejî û hemû şaneyê xwe de hîs dikir.

Heta kêlîka dawîn a jiyana xwe jî hêrsa wî ya li hemberî kujeran kêm nebûbû.

Polîtîkayên qirkirina Dêrsimê bi berfirehî lêkolîn kir û nivîsand.

Daxwaza wî ya herî mezin ev bû ku gelê Dêrsimê û nifşê nû yê Dêrsimê vê qirkirinê ji bîr nekin.”

KCK balê dikişîne ser aliyê welatparêze yê Haydar Işik û bibîrdixist ku ew sala 2003’yan di çarçoveya paradîgmaya nû ya Rêber Apo de weke delege tevlî Kongra-Gel bû û berpirsyarî girt.

Daxuyaniya KCK’ê wiha bi dawî dibe:

Ji ber nexweşiyê Haydar Işik nedikarî bi awayekî çalak tevlî nav têkoşînê bibe.

Lê wî bi hest û hebûna xwe piştgirî dida têkoşîna azadiyê.

Ji bo wî wateya jiyanê têkoşîna azadiya gelê Kurd bû.

Gelê Dêrsimê, gelê Kurd û hevrêyên wî yên di nav têkoşîna azadiyê de wê tu carî wî ji bîr nekin.

Wê têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin û ji hesreta wî re bibin bersiv.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv