Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şêniyên Rojava daxwaza cenazeyên gerîlayên şehîd ji PDK’ê dikin

 

LI SÊMALKA ÇALAKIYA KON
ŞÊNIYÊN ROJAVA DAXWAZA CENAZEYÊN GERÎLAYÊN ŞEHÎD JI PDK’Ê DIKIN

Bi pêşengiya saziya malbatên şeîdan a herêma Cizîrê ev 13 roje ji bo cenazeyên gerîlayên HPG’ê Nesrîn Temir bi nsanav Tolhildan Raman û Yûsif Îbrahîm bi nasnav Serdem Cûdî bigirin li deriyê Sêmalka kon hatiye vedan e.

Rojane bi sedan kes berê xwe dide qada çalakiyê û baldikşîne ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker e.

Şêniyên kantona Hesekê jî berê xwe da deriyê Sêmalka û xwestin cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê şehîd bûne werin radestkirin.

Li ser navê girseyê hevseroka Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Îbrahîm daxuyanî xwend.

Leyla Îbrahîm diyar kir ku êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla îxaneta herî mezin a li dijî tevahiya gelê Kurd e û wiha got.

Gerîlayên azadiyê ji bo parastina her çar aliyên Kurdistanê têdikoşin û di vê oxirê de canê xwe fedadikin.

Li şûna ku PDK’ê li cem gerilayên azadiyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekine pêre hevkariyê dike.

Kiryarên PDK’ê tenê dikevin xizmeta dijminên gelê Kurd.

Herî dawî Leyla Îbrahîm bang li PDK’ê kirin ku, rêzê ji gerîlayên şehîd re bigire û cenazeyên wan radestî malbatên wan bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv