HEVSEROKÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR
WERIN EM LI ŞÛNA BUTÇEYA ŞER BUTÇEYA AŞTIYÊ ÇÊKIN
HDP, di çarçova “Hevdîtinên Budçeyê” de li oteleke Mêrdînê civînek li dar xist.
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Alîkarê Hevserokên Giştî Garo Paylan, Parlamenterên HDP’ê Necdet Îpekyuz, Pero Dundar û Ridvan Tûran beşdarî civîna hevdîtinê bûn.
Ji xeynî HDP’iyan aborînas Mûstafa Sonmez, Hevseroka Giştî ya Egîtîm Sen’ê Necla Kûrûl, Akademîsyena Aştiyê Sevîlay Çelenk û gelek nûnerên rêxistina sivîl beşdarî civînê bûn.
Mîthat Sancar di civînê de axivî û diyar kir ku ew ji bo budçeya gel çêbikin, dixebitin.
Sancar got: Ji bo xizmeta gel em hene.
Em ji bo vîna hevpar a gelan bi awayekî herî xurt li hemû qadên welat temsîl bikin hene.
Di hedefma me de bûdçeya gel heye.
Em dixwazin vê yekê ne li ser maseyê, li qadan, zeviyan û kolanan bi gel re ava bikin.
Ji ber vê yekê îro em li vê derê ne
Sancar îşaret bi polîtîkayên şer û rantê yên hikûmeta tirk kir û wiha axivî:
Yên li îqtîdarê xitimîn û dest bi polîtîkayên şer kir.
Bi polîtîkayên şer, çavkaniyên welat ji bo qesr û alîgirên xwe xerc kirin.
Gelên Tirkiyê jî herî zêde ji vê zirar dîtin û êş kişandin.
Ji ber vê li şûna şer em aştiyê biaxivin.
Werin em ne budçeya şer, budçeya aştiyê çêkin.
Divê ev bibe armanca me ku em dev jê bernedin.