MEŞA LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û HEVKARIYÊ
ŞÊNIYÊN KOBANÊ BERÊ XWE DA NOQTEYÊN RÛSAN
Dewleta Tirk li ber çavê Rusya êrişî rojavayê Kurdistanê dike.
Xelkê Kobanê li dijî hevkariya Rusya ya bi dewleta Tirk re çalakî kirin.
Meşa şêniyên Kobanê bi pêşengiya Kongra Star ji taxa Xerbî ya bajêr destpêkir.
Gel di meşê de bi diruşmeyan êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Jinan tevlî meşê bûn ji kamerayên me re axivîn.
Şênyên Kobanê heya ber xala Rusan a li derveyî Kobanê meşiyan û daxuyaniyek dan.
Li ser navê gel hevseroka meclisa malbatên şehîdan a herêma firatê Eyşe Efendî axivî.
Piştî çalakiyê şandeyek li ser navê gel derbasî navenda Rûsan bûn.
Ji bo li hemberî êrişên dewleta Tirk dengê xwe derxînin bi rayedarên Rusan re hevdîtin kirin.
Di hevditinê de hate gotin ku, ew hew bêdengiya li hemberi êrişan qebûl dikin.
Çalakiya şêniyê Kobanê piştî hevdîtinê bi dawî bû