Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zanyarê Kurd Pro. Dr. Nadir Nadirov di temenê xwe yê 89 salî de koça dawî kir

 

ZANYARÊ KURD PROF. DR. NADIR NADIROV
DI TEMENÊ XWE YÊ 89 SALÎ DE KOÇA DAWÎ KIR

Zanyarê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov di 89 saliya xwe de wefat kir.

Prof. Dr. Nadir Nadirov ji ber nexweşiyên xwe yêm girêdayî îxtiyariyê li nexweşxaneyê dihat dermankirin.

Malbata Nadirov dide zanîn ku Zanyarê Kurd Nadir Nadirov li paytextê Kazakistanê Nur-Sultan (Almati) koça dawî kiriye.

Nadir Nadirov 6’ê Kanûna sala 1932’an li navça Sedereka Naxçiwana Azerbaycanê ji dayik bû.

Nadir Nadirov di beşa Kîmya û Biyolojiyê ya Enstîtuya Pedagojiyê ya Dewletê ya Gogol de xwend.

Di sala 1967’an de bi doktoraya kîmyayê xwendina xwe domand û di sala 1970’an de bû unvana profesoriyê bi dest dixe.

Prof. Dr. Nadirov, endamê Akademiya Zanistî ya Navneteweyî û serokatiya Akademiya Kîmyayê ya Kazakistanê jî kir.

Li gel van xebatên xwe, Nadir Nadirov demeke dirêj Serokatiya Saziya Kurdên Kazakîstanê-Berbang kir.

Prof. Dr. Nadir Nadirov bi dîtinên xwe yên di qada petrol û kîmyayê de wek zanyarê herî xurt yê sedsala 20’an hat hilbijartin.

Nadîrov li welatên Sovyeta berê û di qada pisporiya xwe de wek dehayê kîmyeya petrolê yê herî pispor dihat naskirin.

Prof. Dr. Nadir Nadirov li ser mijara petrol û kîmyayê herî kêm 8 pirtûk, bi hezaran mekaleyên zanistî û 260 vedîtinên zanîstî nivîsandin.

Prof. Dr. Nadir Nadirov li gel xebatên xwe yên pîşeyî bi nasnameya xwe ya kurdî û welatperî jî di nav Kurdên sovyetê de dihat naskirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv