Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sendîkaya Solîdaries a fransî: Ji bo edaletê em 9ê Çileyê li Parîsê kom bibin 31.12.2020

 

SENDÎKAYA SOLÎDARIES A FRANSÎ:
JI BO EDALETÊ EM 9’Ê ÇILEYÊ LI PARÎSÊ KOM BIBIN

Ji sala 2013’an ve di her salvegera komkujiyê de bi deh hezaran Kurdistanî berê xwe didin Parîsê û daxwaza edaletê dikin.

Bi rasthatina salvegera 7’an a komkujiya Parîsê, wê 9’ê Çile xwepêşandan werin lidarxistin..

Tevgera Jinên Azad li Ewrûpayê pêşengiya çalakiyan dike…

Sendîkaya Solîdarîes a Fransî têkildarî salvegera komkujiyê de daxuyaniyek da..

Sendîkaya li hemberî xemsariya hukûmeta Fransayê nerazîbûn nîşan da û wiha got;

Jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê Mît’a Tirk ve hatin kuştin.

Komkujî dikeve sala xwe 8’an, lê berpirsiya hê jî nehatine cezakirin.

Li Fransayê eşkere bû ku berjewendiyên siyasî û aborî di ser edaletê re ne.

Sendîkayê ji bo şermezarkirina vê xemsariyê ev bang kir:

Îsal ji ber vîrûsa Koronayê dibe ku tevlîbûna ji welatên derve kêm be.

Lewma pêwîst bi taybet xelkê parîsê bi awayekî girseyî beşdarî bîranîne bibe.

Ji bo edaletê, em 9’ê Çile li Parîsê kom bibin..

Eger edalet bi cih were, tewanbarkirina PKK’ê ya terorê jî wê bidawî bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv