Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rapora salê ya Mebya Derê: Goristan hatin xerakirin, cenazeyên şehîdan nedan malbatan 31.12.2020

 

RAPORA SALÊ YA MEBYA-DER’Ê
“GORISTAN HATIN XERAKIRIN CENAZEYÊN ŞEHÎDAN NEDAN MALBATAN”

Komeleya MEBYA-DER’ê rapora salekê ya binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir.

Rapor bi tevlîbûna parlementerên HDP’ê, sazî û rêxistinên civakî li parka Koşûyolûyê hat xwendin.

Hevseroka Mebya-Derê Yuksel Elmas diyar kir ku sala 2020’an binpêkirinên mafan di asta herî jor de bû.

Yuksel Elmas qala sûcên şer ên dewleta Tirk kir û ev agahî parve kirin.

Di sala 2020’an de 84 malbatên şehîdan serî li komeleyê dan, ji bo cenazeyên xwe bigrin.

Ji van tenê 32 malbatan cenazeyên xwe girtin.

Yên din jî tevî testa DNA’yê jî nedan malbatan.

Di meha Gulanê de cenazeyê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek bi kargoyê ji dayika wî re şandin.

Dîsa di serî Amed, Cewlig û Colemêrg hêzên dewletê êrişî gorên şehîdan kirin û kêlên wan şikandin.

Hevseroka Mebya-Derê Yuksel Elmas diyar kir ku li ser endamên wan jî zext û zoreke mezin hat meşandin û wiha got.

Kesên serî li medan ji aliyê polîs û eskeran ve hatin tehdîdkirin.

Endamên me hatin girtin û binçavkirin.

Em li vir bang li rayedaran dikin dest ji êşkenceya cenazyên şehîdan ku nirxên pîroz e gelê Kurd in berdin.

Wek Komeleya piştgirî û alîkariya malbatên windakiriyan MEBYA-DER’ê em ê hertim li cem malbatên xwe bin.

Û li dijî zihneya faşîst ku ji ku miriyên Kurdan jî ditirse têbikoşin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv