Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: Yekîtiya Netewî û têkiliya bi têkoşînê re 09.11.2020

 

SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
YEKÎTIYA NETEWÎ Û TÊKILIYA BI TÊKOŞÎNÊ RE

Rêveberiya PDK’ê û malbata Barzanî piştî şerê yekemîn ê cîhanê ku Kurdistan perçe bû û şûnde, Başûrê Kurdistanê wekî milkê xwe dibînin. Wekî melikên nîvgiravên welatên Ereban. Barzanî jî wilo dibîne. Herî dawî serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de got; bila PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve. Çima ? Ji ber ku Başûr wekî milkê xwe dibîne. Lewma bi awayekî rehet dibêje bila PKK ji nav milkê min derkeve. Gotinên Mesûd Barzanî yên ji bo PKK’ê û gotinên Erdogan ên ji bo Kurdan wekî hev in.

Dibêjin PKK li Amedê çêbûye û rêxistineke Bakurê Kurdistanê ye. Em jî dibêjin ma ne PDK jî li Rojhilat çêbû. Wê demê divê PDK’yî biçin Rojhilat. Dibêjin PKK sîstema li Başûrê Kurdistanê nas nake. Ma sîstema Başûr PKK’ê nas dike gelo ? Di esasê xwe de yê PKK’ê nas nake û jêre dibêje rêxistina terorê ye PDK ye. Li aliyekî PDK’yî ji Barzanî fermanê digrin û li her terefê Kurdistanê bi cih dibin, lê li aliyê din heman tiştî ji PKK’ê re naxwazin. Xuyaye ku PDK tenê xwe wekî partî dibîne û jê were wê partiyên din tine bike.

Mirov nikare ji partiyeke Kurd re bêje ev milkê bavê min e û tu jê derkeve. Her partiyeke Kurd dikare li her derê xwe bi rêxistin bike û bixebite. Demokratîkbûyîn vê dixwaze.

Îro Kurdistan hatiye perçekirin û welatekî ku her hovîtî li ser tê meşandin. Zihniyetek heye ku civaka Kurd tine dike û qirker e. 24 saetan ev êrişên tinekirinê pêk tên. Milletekî ku bi vî rengî tê qirkirin divê 24 saetan çalak be. Yanî demokrasiya Kurdan û yekîtiya netewî bi têkoşînê ve girêdayî ye.

Her tim behsa yekîtiya netewî ya Kurdan tê kirin, wekî ku dermanê her tiştî be. Lê pêkhatina wê û qonaxên pêkhatina wê nayê gotin. Wekî ku ev gotin hebe bese. Lê awayê pêkhatina wê girîng e. Bê azadî û bê demokrasî wê çawa pêk were. Yekîtiyeke ku li dijî dagirkeran şer neke wê çawa pêk bîne.

Eger bi awayekî rast yekîtiya netewî neyê fêmkirin, têkoşîna azadiyê neyê meşandin wê dawî li alozî û nakokiyan neyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv