Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dek û dolabên li ser Şengalê 09.11.2020

 

DEK Û DOLABÊN LI SER ŞENGALÊ
PDK’Ê LI PEY PROVOKASYONAN E Û DEWLETA TIRK JÎ ÊRIŞ DIKE

Ev demeke bi hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk li dijî Şengal dek û dolabên zêde hene..

Van herdê hêzan herî dawî rêveberiya Bexdayê jî tevlî planên xwe kirin û peymanek mohr kirin..

Ji ber ku Şengalî û îradeya wan a siyasî li dijî peymanê derketin, vê carî jî projeyên nû ketin dewrê..

PDK’ê li Dohukê çend Êzdiyên di bin kontrola xwe de bi rêxistina kir ku ji bo li dijî PKK’ê rabin, xwepêşandan bi wan da kirin..

Daxwaza hin kesên ku li Amedê li pêşiya avahiya HDP’ê hatin bicihkirin û yên li Duhokê heman tişt e..

PKK’ê hêzeke dagirker e, zarokên me bidarê zorê tevlî şer dike..

Paropagandaya vê yekê jî hemwext û bi aynî zimanî ji aliyê ragihandina PDK’ê û dezgehên çapemeniya Tirk ve tê kirin..

PDK’ê bi van organîzasyona hewl dide ku êrişên dewleta Tirk li dijî Şengalê rewa nîşan bide..

Mîna helwesta xwe a li hemberî êrişên li dijî çiyayên Başûrê Kurdistanê..

Di encama hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk de, tevneke sîxûran a ku agahiya didin artêşa Tirk hatiye avkirin..

Û bi rêya van kesan cihê gerîllayên li çiyê û her wiha şervabên YBŞ’ê yên li Şengalê têne tesbîtkirin..

Balafirên artêşa Tirk jî li gorî van agahiyan, êriş dike..

Heta niha di encamê de pêşengên tevgera Kurd, Mam Zekî, Diyar Xerîb, Têkoşer Gever, Cemîl Amed, Demhat Wan, Zerdeşt Şengalî û bi dehan hevrêyên wan şehîd bûn..

Herî dawî êrişeke bi heman rengî li navçeya Şengalê Siûnê pêk hat..

Êriş danê êvarê li dijî gundê Xelef ê girêdayî bajarokê Barê hat lidarxistin..

Li gorî agahiyan erebeyeke şervanên li herêmê bûye armanca êrişan…

Piştî êrişê yekser gelê Şengalê çû cihê bûye û nerazîbûn nîşan da..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv