Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: Li Zagrosan têkbirina faşîzmê

 

LI ZAGROSAN TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ
SELAHATTÎN ERDEM / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji hêla stratejîk ve li girêka Zagrosê piyê xwe daniye û ji wir berbelavî çar parçeyên Kurdistanê bûye. Pêngava Azadiyê ya 15’ê Tebaxê ya dîrokî bi vê bingehê li dijî rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê çêbûye. Bîreweriya azadiyê li nav têkoşîneke wiha kûr bûye û Şoreşa Azadiya Jinê li nav vê kûrbûnê derketiye holê.

Serhildana gel a Kurd û geşedana neteweya demokratîk a Kurd di nav pêvajoyeke wiha ya têkoşînê de derketiye holê. Statûya berdest a Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Azadiyê ya Rojava encamên têkoşîneke wiha ne.

Dewleta TC’ê ku hatiye peywirdarkirin qirkirina Kurdan rêve bibe û bi ser bixe, hemû derfetên xwe seferber kiriye. Pê dixwaze geşedana Kurdên azad serkut bike, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî ku yek ji tevgera fedayî ya herî mezin a dîrokê ye, ji bo ku van êrîşan bişkîne û pûç bike şer û berxwedaniyek bêhempa kiriye.

38 salan hişmendî û siyaseta nîjatperest-faşîst a Tirkparêz, dijminê Kurdan, di nav şerekî wiha de derb lê hatiye xistin û şikandin. Gelek faşîstên xwedî sicîl di vî şerî de derb xwarine an jî dîn bûne. Di vî şerê 38 salan de pergala TC’ê 6 serokkomar, gelek serokwezîr, hikûmet û serekerkan guherandine. Gelo di nav vî şerê 38 salan de çend mirov mirine? Diyar e ku ev hijmar ne diyar e û belkî jî ti caran jî bi temamî wê neyê zanîn. Her wiha hêja ye ku mirov lê bipirse bê ka berdêla vî şerî ji bo Tirkiyê çi bûye, çend milyon Kurd bêgav mane ku welatê xwe berdin, Kurdistan çawa hatiye hilweşandin û şewitandin.

Bêguman armanca me li vir ne weşandina bîlançoyên wiha ye. Pir aşkere ye qirkeriya faşîst ji xwe re diçîne nîskê. Gotinên welat-milet daye ber xwe û diçe. Gotina ‘Beka’yê dibe yek ji wa gotinan ku her rêveberê faşîst-qirker pir xwe davêje ber bextê wê. Di nav van êrîşan her cure heqaret li gelê Kurd û şervanên azadiyê dikin. Gotinên, me lê da, xilas kir, şikand, me qira wan anî, nizanim çend mirin, pişt li terorê hate şikandin, me encam stand tim têne dubarekirin.

Baş e, encam çiye? Wekî gerîlayên Kurd hatine xilaskirin, naxwe ev qas operasyonên dersînor ji bo çi ne? Çima tim hêzên derve têne sûcdarkirin û hema di pey re alîkariyê ji wan lava dikin? Diyar e ku ev hemû derew in û bi esasî pê dixwazin raya giştî ya Tirkiyê bixapînin û dixwazin desthilata xwe dirêj bikin. Şerê ku dibe şerekî mezin e, ziyaneke mezin dide gelên Tirkiyê û her tiştê Kurdistanê û vegotina ya tê jiyîn e. Ya derew gotina xilasbûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye. Ji ber ku gerîla gelê Kurd e, ciwan û jinên Kurd in, ji ber vê, ne pêkan e ku gelê Kurd were xilaskirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv