Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Bihêlin bila Firat azad biherike

 

FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN
BIHÊLIN BILA FIRAT AZAD BIHERIKE

Dewleta tirk di van çend salên dawî de bi hemû derfetên xwe yên leşkerî û siyasî ji bo dijîtiya gelê kurd bi kar tîne. Ji bo di vê polîtîkaya xwe ya antî‐kurd de jî bi ser bikeve serî li hemû rê û rêbazên qirêj dide. Ji Efrînê heya Mexmûrê bi êrîşên eskerî ve hewl dide darbe li destkeftiyên kurd bide. Bi vê armancê li rojavayê Kurdistanê hin dever dagir kir û hin dever jî talan kir. Lê bi vê jî têr nebû.

Zextên dewleta tirk a li ser herêmê bi van êrîşan tenê ne sînordar e. Li cihê ku pê bawer e dikare barbar li rêvebiriya xweser bixe bêyî ku bisekine êrîş dike. Bi van êrîşan ve çavê gel ditirsîne dide koçberkirin û herêmê vala dike. Cihê di warê eskerî de nikare êrîş bike jî li ser rê û rêbazên cuda disekine ku herêmê vala bike û bigihîje armanca xwe. Ji bo vê jî çi ji destê wê tê dike. Di van demên dawî de mirov dikare bêje vê polîtîkaya dewleta tirk hîn baştir hat dîtin. Li Kobanê bi qutkirina ava çemê Firatê û li Hesekê jî qutkirina ava Stesyona Elok ve li ser gelê herêmê şerekî psîkolojîk û qirêj dimeşîne.

Bêguman dewleta tirk ji bo vê rewşê li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne ji rewşa aloz a li Rojhilata Navîn sûd werdigre. Ji ber vê yekê ava çemê Firatê wek çekek siyasî li dijî rêvebiriya xweser bi kar tîne. Di encama vê siyaseta qirêj de rêjeya ava ku derbasî Rojava dibe pir kêm bûye. Bi kêmbûna avê re jiyana 4 milyon sivîlên ku herêma Cizîrê dijîn dikeve bin metirsiyekê. Di halê heyî de 83 gund bêav mane û bi hezaran malbat debara xwe bi çandiniyê dikin mexdûr in.

Îro ji ber kêmbûna ava çemê Firatê û nebarîna baranê li herêmê rewşa ne baş e. Bi milyonan kes ji ber polîtîkayên dewleta tirk bi birçîbûnê re rûbirû ne. Tevî ku li gor peymanên navneteweyî yên ku dibêjin ‘dewletên cînar wekhev sûd ji avên çem û rûbarên di nav dewletan de diherikin bigirin’ jî dewleta tirk di ya xwe de israr dike. Mîna her carê di vê siyasetê de jî dijminatiya kurdan û destdirêjiya li ser destkeftiyên kurdan heye. Dîsa wek her carê ji ber ku mijar kurd e hêzên navneteweyî bêdeng in. Gelê kurd û xwezaya Kurdistanê nekin amûrê siyaseta xwe ya qirêj. Bi van polîtîkayên antî‐kurd heya niha we nikarî kurd teslîm bigirin û hûn ê negirin jî. Lewma divê dawî li vê siyaseta qirker bê anîn û Firat azad biherike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv