ŞEHÎDÊN ZAPÊ
HPG’Ê 4 ŞEHÎDÊN 2017’AN DI SALVEGERA ŞEHADETA WAN DE BI BÎR ANÎN
Navenda Ragihandinê û Çapemniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê 4 şehîdên 2016’an ên Zapê bi bîr anîn.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Gazî Polat bi nasnav Hêjar Hebûn li Mûşê ji dayîk bûye.
GAZÎ POLAT
HÊJAR HEBÛN
MÛŞ
DÊ Û BAV: SEVÎM-NÎZAMETTÎN
ÇÎLEYA 2016’AN/ZAP
Mehmet Halît Îdîn bi nasnav Întîkam Devran Gabar li Şirnexê ji dayik bûye.
MEHMET HALÎT ÎDÎN
ÎNTÎKAM DEVRAN GABAR
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: ZEYNEP-ABDULAZÎZ
ÇÎLEYA 2016’AN/ZAP
Abbas Bayram bi nasnav Seyîdxan Goyî li Şirnexê ji dayik bûye.
ABBAS BAYRAMÇ
SEYÎTXAN GOYÎ
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: MERYEM-ABDULKERÎM
ÇÎLEYA 2016’AN/ZAP
Sîdar Gurdal bi nasnav Silav Çarçella li Colemêrgê ji dayik bûye.
SÎDAR GURDAL
SILAV ÇARÇELLA
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: ZUBEYDE-SELMAN
ÇÎLEYA 2016’AN/ZAP
HPG’ê di daxuyaniyê de yek bi yek wiha qala şehîdên Zapê kir.
Hevrêyê me Hêjar li navçeya Mûşê Kopê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.
Di sala 2012’an de berê xwe da nav refên gerîla.
Li Heftanîn, Metîna û Zagrosan xebat meşandin.
Li her derê erk û berpirsiyariyên ketin ser milên wî bi awayekî serketî bi cih anîn.
Hevrêyê me Întîkam jî li Şirnexê di nava malbateke berxwedêr û dilsozê têkoşîna azadiyê ji dayik bû.
Di sala 2014’an de pismam û hevalê wî Devran Besta di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de li kobanê şehîd bû.
Ji bo girêdayîna bi şehîd re û tolhilandinê tevlî nav refên gerîla bû û navê Întîkam li xwe kir.
Bi enerjiya xwe ya ciwan pêşengî ji gelek çalakiyên li dijî dijmin re kir.
Hevreyê me Seyîdxan jî li gundê Dêrahênê ya Qilebanê ji dayik bû.
Di sala 2014’an de bi hêrsa li dijî dagirkeriya Tirk û faşîzma wê berê xwe da çiyayên Kurdistanê..
Li gelek qadan gerîlatî kir û di çalakiyên serketî de cihê xwe girt.
Hevrêyê me Sîlva jî yek ji herêmên berxwedanê li Geverê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.
Di ciwantiya xwe de tevlî gelek xebatan bû..
Di sala 2016’an beşdarî nava refên gerîla bû.
Li Zapê di asta pêşengiyê de beşdarî gelek çalakiyan bû.
HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî sersaxî ji malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê re xwest.