PÊNGAVA GURZÊ GELAN
QSD OPERASYONÊN XWE YÊN LÊGERÎNÊ LI HESEKÊ DIDOMÎNE
Şervanên QSD’ê û hêzên ewlekariya hundirîn, ji bo tevahiya şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ji holê rakin, li Hesekê operasyonên xwe didomînin.
Ev operasyon hem li girtîgehê û hem jî li taxa Xiwêranê pêk tên.
Di çarçoveya vê operasyonê de şervanan di girtîgeha Xiwêranê de cebilxaneyeke çeteyên DAIŞ’ê bi dest xistin.
Li aliyê din rewşa 700 zarokên DAIŞ’î dihat meraqkirin.
OPERASYONÊN QSD’Ê YÊN LI HESEKÊ
700 ZAROKÊN DAIŞ’Î LI NAVENDÊN REHABÎLÎTASYONÊ HATIN BICIHKIRIN
DAIŞ’ê ev zarok di êrişa xwe ya li Hesekê de weke mertal bi kar dianîn.
Hêzên QSD’ê jî bi awayekî baldar tevgeriyan.
Û di encama operasyonên xwe de tevahiya zarokan ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Ajansa Mezopotamya wêneyên zarokên hatine rizgarkirin qeyd kirin.
Hat ragihandin, ku her 700 zarok li navendên rehabîlîtasyonê yên Hesekê hatine bicihkirin.
PÊNGAVA GURZÊ GELAN
“BI PÊŞENGIYA YPJ’Ê ÇETE LI HESEKÊ HATIN TÊKBIRIN”
Fermandariya GIştî ya YPJ’ê jî têkildarî serketina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê daxuyaniyek da.
YPJ’ê di şexsê şervana xwe ya şehîd Awaz Efrîn de, şehîdên Pêngava Gurzê Gelan hemû bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Di 7 rojan de hêzên me û QSD’ê têkoşîneke mezin kirin.
Û bi vê têkoşînê di salvegera rizgarkirina Kobanê de pîlana wan a mezin têk birin.