Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 5 gerîlayên di sala 2016’an şehîd bûbûn bi bîr anîn.
Her 5 gerîla dem û dîrokên cûda de li Xakûrkê şehîd bûn.
HPGê di daxuyaniyê de, di serî de malbatên şehîdan, ji tevahiya gelê Kurd re sersaxî xwest.
ŞEHÎDÊN XAKURKÊ
HPG’Ê 5 GERÎLAYÊN DI SALA 2016’AN DE ŞEHÎD BÛN BI BÎR ANÎN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê 5 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûbûn bi bîranîn û nasnameya wan eşkere kir.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku dewleta Tirk bi piştgiriya NATO’yê pîlana tinekirina gerîla xist dewrê û got.
Li hemberî vê konseptê, hêzên gerîla bi berxwedaneke bê hempa bersiv dan û armancên dagirkeran têk birin.
Hevreyên me Ronahî, Rizgar, Agît, Xeyrî û Mazlûm jî cihê xwe di vê dîroka lehengiyê ya Kurdistanê de girtin û şehîd bûn.
Agahiyên nasnameyî yên gerîlayên şehîd weha ne:
Cemîle Ecer bi nasnav Ronahî Gap li Mêrdînê ji dayik bûye û 5’ê Gulana 2016’an li Xakurkê şehîd bû.
CEMÎLE ECER
RONAHÎ GAP
MÊRDÎN
DÊ Û BAV: HATÎCE-MEHMET ŞERÎF
5’Ê GULANA 2016’AN/XAKURKÊ
Star Tekçe bi nasnav Rizgar Colemêrg li Colemêrgê ji dayik bûye û 8’ê Nîsana 2016’an li Xakurkê şehîd bû.
STAR TEKÇE
RIZGAR COLEMÊRG
COLEMÊRG
DÊ Û BAV: ESMER-NACÎ
8’Ê NÎSANA 2016’AN/XAKURKÊ
Halîl Ronken bi nasnav Egîd Gelaz li Ûrmiye ji dayik bûye û 13’ê Tebaxa 2016’an li Xakurkê şehîd bû.
HALÎL RONKEN
EGÎD GELAZ
ÛRMIYE
DÊ Û BAV: SÛWEYLA-ESHED
13’Ê TEBAXA 2016’AN/XAKURKÊ
Hayrî Gezer bi nasnav Xeyrî Serhed li Wanê ji dayik bûye û 28’ê Tebaxa 2016’an li Xakurkê şehîd bû.
HAYRÎ GEZER
XEYRÎ SERHED
WAN
DÊ Û BAV: ANTÎKA-CEMÎL
28’Ê TEBAXA 2016’AN/XAKURKÊ
Vedat Yilmaz bi nasnav Mazlûm Elbak li Wanê ji dayik bûye û 22’ê Îlona 2016’an li Xakurkê şehîd bû.
VEDAT YILMAZ
MAZLÛM ELBAK
WAN
DÊ Û BAV: ZEZZADE-ZULMAT
22’Ê ÎLONA 2016’AN/XAKURKÊ
Di daxuyaniya HPG’ê de bi berfirehî behsa şoreşgeriya şehîdan hat kirin..
Hevreya me Ronahî li navçeya Mêrdînê Dêrikê di nav malbateke welatparêz de mezin bû.
Bi tevlîbûna xwîşk û xaltîka xwe ya nava refên têkoşîna azadiyê bi bandor bû û da ser şopa wan.
Ji Heftanînê heta Xakurkê li gelek qadan gerîlatî kir û bi pratîka xwe bû lehengeke rast a hevrêtiya di nava PKK’ê de.
Hevrê Rizgar jî di nav malbateke welatparêz de berdêl dayî de mezin bû.
Di sala 2015’an de beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Egîd jî li Ûrmiyê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû.
Li gelek qadan erkên cûda hilgrtin ser milê xwe û berpirsiyariyên xwe bi serketî bi cih anîn.
Hevrêyê me Xeyrî li navçeya berxwedêr Bêgirê ji dayik bû.
28’ê Tebaxa 2016’an di şer de birîndar bû.
Ji bo dîl nekeve destê dijmin bi rengekî fedayî bombe bi xwe ve teqand û şehîd bû.
Hevrêyê me Mazlûm jî ji yek ji kelehên berxwedanê ya Wanê li Elbakê ji dayik bû.
Di nava refên gerîla de bi dilsoziyeke mezin têkoşiya..
HPG’ê ji malbatên her 5 şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soz da ku ew ê têkoşîna ji bo Kurdistana azad bi serkeftinê tacîdar bikin.