PÊNGAVA ‘WERIN CENGA AZADIYÊ’
GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ BANG LI CIWANAN KIRIN
Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ji bo hebûna neteweyekî biparêzin û dagirkeran ji Kurdistanê derxin cenga mezin dikin.
Gerîlayên di vê cengê de cihê xwe digirin bang li ciwanan kirin ku beşdarî nava refên şoreşê bibin.
Gerîla Brusk Çiya ê Rojhilatê Kurdistanê pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ bi bîr xist û ev bang kir.
Gerîla Denîz Baran jî ji Rojavayê Kurdistanê ye.
Denîz Baran dibêje..
Dewleta Tirk a faşîst azadiya Kurdan weke mirina xwe dibîne.
Têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeriyê tê dayîn berxwedana rûmetê û hebûnê ye.
Di vê demê de, divê ciwan bi rola xwe rabin û beşdarî nava refên gerîla bibin.
Gerîla Argeş Rojhilat jî bal kişand ser berxwedana sala 2021’ê ya li dijî dagirkeriyê..
Û ji ciwanan xwest berê xwe bidin eniyên berxwedanê.