Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdên pêngava ‘Bazên Zagrosê’: HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir û ew bi bîranîn.

 

ŞEHÎDÊN PÊNGAVA ‘BAZÊN ZAGROSÊ’
HPG’Ê NASNAMEYA 2 ŞEHÎDAN EŞKERE KIR Û EW BI BÎRANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê şehadeta du gerîlayan ragihand.

Di daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê hat kirin û wiha hat gotin.

Hevreyên me Fedakar Cûdî û Agir Botan di refên herî pêş de cihê xwe girtine û derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker dan.

Bi sekn û berxwedana xwe bûn sembolên nemir ên paşeroja azad a gelê Kurd.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Serhat Sakçi bi nasnav Agir Botan li Şirnexê ji dayik bûye û 17’ê Nîsanê li Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bû.

SERHAT SAKÇI
AGIR BOTAN
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: ŞADIYE – RAMAZAN
17’Ê NÎSANA 2022’AN
HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA

Elî Îbrahîm bi nasnav Fedakar Cûdî li Kobanê ji dayik bûye û 17’ê Nîsanê li Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bû.

ELÎ ÎBRAHÎM
FEDAKAR CÛDÎ
KOBANÊ
DÊ Û BAV: CEMÎLE – EBÛZEYT
17’Ê NÎSANA 2022’AN
HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA

Di daxuyaniya HPG’ê de bi berfirehî qala têkoşeriya her 2 şehîdan hat kirin.

Hevreyê me Agir li Cizîra Botan di nav malbateke gelek berdêl dayî de ji dayik bû

Bi çîrok û destanên qehremaniyê yên gerîla mezin bû.

Di sala 2015’an de da ser şopa xalkîta xwe fermandara nemir Çîçek Botan û tevlî nava refên gerîla bû.

Di demeke kurt de ew jî bû fermandarekî jêhatî û li Zapê pêşengî ji gelek çalakiyan re kir.

17’ê Nîsanê de dema ku êrişên dagirkeran destpêkirin tîmên bi tevger koordîne dikirin

Û bi cesareteke mezin derbên giran li dagirkeran da..

Ewê wekek yek ji mîlîtanên sembol ên berxwedana Zapê tim di bîra me de be.
Hevereyê me Fedakar jî li Kobanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû.

Di sala 2014’an de ji Başûrê Kurdistanê berê xwe da çiyayên azad…

Bi pratîka xwe bû lehengekî rast ê hevrêtiyê di nava PKK’ê de.

Li Zapê bi kelecan û riheke çalak di têkoşîn û berxwedana azadiyê de cihê xwe girt.

Bi wêrekiya xwe heq ji her cûre zehmetiyan derket û bû mînaka şoreşgeriya fedayî.
HPG’ê got, wê ruhê berxwedêr ê hevrêyên me timî rêya me ya diçe serketinê ronî bike û bibe çavkaniya têkoşîna me.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me, em ji welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv