Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hevserokatiya konseya rêveber a KCK’ê: Em bi berxwedana fedayî ya gerîla re bin, berxwedanê li her derê bilind bikin.

 

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
EM BI BERXWEDANA FEDAÎ YA GERÎLA RE BIN, BERXWEDANÊ LI HER DERÊ BILIND BIKIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê êrişên dagirkeriyê û PDK’ê de daxuyanî da.

Berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê pîroz kir û ev nirxandin kirin:

Dagirkeriya Tirk dixwaze îradeya berxwedanê ya hêzên azadiyê yên Kurd bişikîne.

Em bang li gel û jinên Kurdistanê, ciwanên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, dostên gelê Kurd dikin.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger qirker bi rengê herî xurt helwestê nîşan bidin û li gel berxwedana fedaî ya gerîlayan li her derê têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DI SERÎ DE GELÊ ME YÊ BAŞÛR DIVÊ GELÊ KURD HEMÛ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ RABE

KCK’ê xwest nerazîbûna herî mezin ali dijî êrişên dagirkeriyê ji aliyê xelkê Başûrê Kurdistanê ve were nîşandan:

Ev êriş li dijî Başûr û destketiyên Kurdan hemûyan e.

PKK û gerîla ji ber ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin û destketiyan diparêzin.

Gelê me yê Başûr mîna salên derbasbûyî divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger qirker rabe.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
CIWANÊN KURDISTANÊ DIVÊ BI RUHÊ FEDAÎ YÊ APOYÎ BERSIVÊ BIDIN ÊRIŞÊN DIJMIN

KCK’ê herwiha bal kişand ser rola ciwanên kurd li dijî êrişên qirkirinê:

Ciwanên Kurdistanê yên şoreşger û welatparêz artêşa parastina Kurd û Kurdistanê ye.

Divê ciwan tevlî nava refên gerîla bibin, gerîla xurt bikin û li her derê çalakiyan li dar bixin.

Jinên Kurd ku pêşengiya berxwedanê dikin divê îro jî bi xurtkirina berxwedêriyê têkoşînê xurtir bikin.

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê:
DIVÊ GELÊ KURDISTANÊ HEVKARIYA PDK’Ê BIBÎNE Û HELWESTÊ NÎŞAN BIDE

Der barê terzê siyaseta PDK’ê û cihgirtina wê ya di nav pîlanên dagirkeriyê de jî KCK’ê ev nirxandin kirin:

PDK bi piştgiriya ji bo êrişên dewleta Tirk yekser di nava plana dagirkeriyê de cih digire.

Cihgirtina li gel van êrişan xiyaneta li gel û doza kurd e.

PDK piştgiriya îstîxbaratî û lojîstîkî didê û bi dorpêçkirina qadên gerîla tevlî vî şerî dibe.

Lewma di serî de gelê Kurdistanê divê her kes vê hevkariya PDK’ê bibîne û li dijî vê yekê helwestê nîşan bide.

KCK’ê bang li rewşenbîr, hunermend, nivîskaran jî kir ku li dijî dagirkeriyê bibin pêşengên helwestê.

KCK’ê destnîşan kir wê êrişên dagirker ên dewleta Tirk bi saya berxwedana qehremanî ya gerîlayan, bi têkoşîna ku gelê Kurdistanê teqez were têkbirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv