Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîdên Berxwedana Zendûra: Rêber, Hêjar, Têkoşer, Bahoz, Botan û Nûman

 

ŞEHÎDÊN BERXWEDANA ZENDÛRA
RÊBER, HÊJAR, TÊKOŞER, BAHOZ, BOTAN Û NÛMAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê yek bi yek qala şehîdên berxwedana Zendûra kir.

Ji bo fermandarê Cenga Xabûrê Rêber Zana got:

Ew ji gundê Girdika yê navçeya Sêrtê Xana Hewêl e.

Piştî perwerdeya li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan û pratîka li Herêmên Parastinê yên Medyayê, derbasî Eyaleta Mêrdînê bû.

4 salan li Mêrdînê ma û paşê derbasî Bestayê bû.

Li vê derê jî erka xwe ya fermandariyê bi awayekî serketî bi cih anî.

2015’an di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de li Silopya derbên giran li hêzên dagirkeriya Tirk dan.

Piştî pratîka 6 salan a li Bakur derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Tecrubeya xwe ya şer li akademiya leşkerî bi hevrêyên xwe re parve kir.

HPG’ê wiha qala gerîla Hêjar Can kir:

Ew li navçeya Rihayê Pirsûsê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Ez Havîna 2014’an ji Dersimê dema min zanîngeh dixwend, beşdarî nava refên gerîla bûm

Pêşî li Bawkurê Kurdistanê weke gerîla têkoşiya.

2014’an jî li Şengalê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de ji bo rizgarkirina bi hezaran Êzîdiyê bi roleke girîng rabû.

Piştî ku Şengal hat azadkirin û gelê me vegeriya, hevrêyê me Hêjar jî li çiyayên Kurdistanê vegeriya.

Ji bo Têkoşer Farqîn jî HPG’ê ev agahî dan:

Ew bixwe ji navçeya Amedê Farqînê ye, lê li Edenê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Di daxuyaniyê de li ser gerîla Bahoz Botan jî wiha hat gotin:

Ew li navçeya Sêrtê Şîrwanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Hê di zarokatiya xwe de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê naskir û bû dilsozekî wê yê mezin.

HPG’ê ji bo gerîla Botan Kobanê yê ji pêkhateya Ereb a Bakur û Rojhilatê Sûrî ev agahî dan:

Ew li Reqayê ji dayîk bû û li wir mezin bû.

Bû şahidê zilma çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî gelên Kurd û Ereb.

Di têkoşîna li dijî çeteyan de weke zarokekî egîd û bi rûmet ê gelê Ereb cihê xwe girt.

HPG’ê herî dawî jî wiha qala gerîla Nûman Demhat kir: Ew li bajarê kevnar ê Botanê Cizîrê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv