Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê 6 şehîdên Berxwedana Zendûra bi bîr anîn

 

LI ZENDÛRA DESTAN NIVÎSIN
HPG’Ê 6 ŞEHÎDÊN BERXWEDANA ZENDÛRA BI BÎR ANÎN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê 6 şehîdên berxwedana dîrokî ya Girê Zendûra yê Metîna bi bîr anîn.

Têkildarî şehadeta gerîlayan ev agahî hatin dayîn:

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji 23’yê Nîsanê ve li dijî tevgera dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke bêmînak dikin.

Yek ji deverên ku bi lehengî derbên giran li dijminê dagirker hat xistin, qada Zendûra ya Metîna bû.

Hêzên dagirkeriya Tirk ji bo berxwedana gerîla ya li Zendûra bişkînin, bi her rê û rêbazê êriş kirin.

Tevahiya teknîka xwe bi kar anîn, serî li rêyên ne mirovî dan.

Dîsa jî ti encam bi dest nexist.

Ji ber ku nekarî bipêşkeve û teqinî, dagirkeriya Tirk hewl da bi destê hêzên PDK’ê biçe serî û ji pişt ve xencerê li berxwedana gerîla bixe.

Mixabin PDK jî li gorî vê armanca dewleta Tirk tevgeriya û 5’ê Hezîranê hêzeke zêde tevî çekên giran şand navbera girên Çarçel û Hekarî yên Metîna.

Fermandariya me ya Herêma Xabûrê li Metîna, hişyar kiribû, ku wê ev tevgera bêxêr tenê bi kêrî dagirkeriya Tirk bê.

Lê PDK bi israr ev hewldana xwe domand û hê jî didomîne.

Fermandariya Herêma Xabûrê ya Metîna jî li hemberî vê rewşa nû, cih û taktîkên xwe ji nû ve nirxand.

Fermandariyê biryar da, ku hêzên me yên li Metîna vekişîne.

Di pêvajoya vekişînê de 10, 11 û 12’ê Hezîranê 3 rojan şerekî destanî li qadê qewimî.

Di pêvajoya vekişînê de ji fermandarên me yên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê Rêber Zana,

Fermandarê canbaxş ê berxwedana Zendûra Hêjar Can,

Hevrêyên me Têkoşer, Bahoz, Botan û Nûman şehîd bûn.

Bi saya ked, hewldan û canbexşiya van hevrêyên me, lehengên din ên Berxwedana Zendûra bi silametî gihiştin hevrêyên xwe.

Nasnameyên lehengên Zendûrayê wiha ne:

Îlhan Tokdemîr bi nasnav Rêber Zana li Sêrtê ji dayîk bûye.

ÎLHAN TOKDEMÎR
RÊBER ZANA
SÊRT
DÊ Û BAV: ŞUKRIYE – MEHMET CAN
11’Ê HEZÎRANA 2021’Ê – METÎNA

Azad Ferhat Coşkun bi nasnav Hêjar Can li Rihayê ji dayîk bûye.

AZAD FERHAT COŞKUN
HÊJAR CAN
RIHA
DÊ Û BAV: LEYLA – MEHMET ALÎ
11’Ê HEZÎRANA 2021’Ê – METÎNA

Ferhat Sansarkan bi nasnav Têkoşer Farqîn li Edenê ji dayîk bûye.

FERHAT SANSARKAN
TÊKOŞER FARQÎN
EDENE
DÊ Û BAV: SEVDA – MEHMETCAN
11’Ê HEZÎRANA 2021’Ê – METÎNA

Mustafa Sîbîlîk bi nasnav Bahoz Botan li Sêrtê ji dayîk bûye.

MUSTAFA SÎBÎLÎK
BAHOZ BOTAN
SÊRT
DÊ Û BAV: FEHÎME – MECÎT
11’Ê HEZÎRANA 2021’Ê – METÎNA

Mecîd Hebîb Faris bi nasnav Botan Kobanê li Reqayê ji dayîk bûye.

MECÎD HEBÎB FARIS
BOTAN KOBANÊ
REQA
DÊ Û BAV: WEHDA – HEBÎB
11’Ê HEZÎRANA 2021’Ê – METÎNA

Û Kokel Gîçer bi nasnav Nûman Demhat li Şirnexê ji dayîk bûye.

KOKEL GÎÇER
NÛMAN DEMHAT
ŞIRNEX
DÊ Û BAV: TAÎBE – XÊREDÎN
11’Ê HEZÎRANA 2021’Ê – METÎNA

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir, ku Berxwedana Dîrokî ya Zendûrayê derbên giran li xeyalên mêtîngeran dane û wiha got:

Di serî de malbatên hevrêyên me, ji gelê Kurd û Ereb re sersaxiyê dixwazin.

Soz didin, ku em ê hesreta gelan Şoreşa Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk bînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv