Bi hezaran şêniyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi merasimeke taybet cenazeye Hemze Tolhildan bi nasnav Dawûd Hec Elî, di dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû, oxir kirin.
Girseya gel cenazeye şehîd Hemze Tolhildan, ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristana şehîd Dijwar a bajarê Hesekê ve ketin rê.
Şervanê QSD’ê Fadil Derwîş bi nasnav Cûdî Kobanê jî li Dêrazorê di dema erka xwe bi cih dianî di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.
Bi sedan şêniyên Kobanê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Cûdî li goristana Şehîd Dicle spartin axê.
Di axaftinan de tevahiya cangoriyên azadiyê hatin biranîn.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat oxirkirin.
Şervanê QSD’ê Murad El-Elî bi nasnav Demhat Til Koçer jî, di 18’ê Kanûnê de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bû.
Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa û Dêrikê, çûn serdana serdana konê sersaxiyê û sersaxî ji malbata şehîdê re xwestin.