Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevanên jin li ser înternetê jî bi şîdetê re rû bi rû ne 21.12.2020

 

Înterneta ku hema hema bûye yek ji pêdiviyên sereke yên jiyana mirovan, di heman demê de bi êrîşên sîber li ser karê jinan û aramiya wan tehdîdek e cidî ye.
Li gorî anketê UNESCO û Navenda Rojnamevanên Navneteweyî; Rojnamevan, herî zêde dema nûçeyên li ser wekheviya zayendî çêdikin rastî tacîzan dibin.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde Zanist û Çandê UNESCO û Navenda Rojnamevanên Navneteweyî ICFJ, li seranserî cîhanê bi zêdetirî hezar û 200 rojnamevanan re hevdîtinan kir.

Armanca hevdîtinê ev e ku şîdeta online a li ser jinên rojnavan pêk tê û çavkaniya wan derxin holê.

Encamên pêş yên ankêtê wiha ne:

Rojnamevanên jin yên tevlî anketê bûne, ji sedî 73’yê wan di dema xwebatên xwe de rastî tehdîtên fîzîkî û cinsî hatine û tevî êrîşên ewlehiya dîjîtalê, bi şîdeta onlinê re jî rû bi rû mane.

Li ser ji sedî 25’ê rojnamevanan şîdeta fîzîkî, sedî 18’an jî şîdeta cînsî pêk hatiye.

Çavkaniya êrîşa online a li her 5 rojnamevanê, bûyerên rojane ne.

Ji sedî 26’ê rojnamevanên jin yên rastî şîdetê hatine, pêdiviya wan bi alikariya psîkolojîk çêbûye û ji sedî 11’ê wan jî ji bo demekê ji karê xwe veqetiyane.

Ji sedî 48’ê rojnamevanên jin diyar kirin ku bi tacîza online re rû bi rû mane.

Ev tacîz, piranî dema ku rojnamevanên jin nûçeyên li ser wekheviya cinsî çêdikin pêk tên,

Yên nûçeyên siyasî çêdikin sedî 44’ê wan, yên derheqê mafên mirov de nûçe çêdikin sedî 31’ê wan rastî şîdetê tê.

Rojnamevanên jin li ser ewlehiya hesabên medyaya civakî jî muqayesek kirin û diyar kirin ku di nav van de yê herî qels facebbok e, yê rêza duyem de jî twîtter e.

Sedî 30’yê rojnamevanan jî diyar kirin ku ew ji ber bandora neyênî ya tacîzê otosansur pêktînin ango ser mijarê digrin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv