Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şehîd Akîf Kobanê: 10’ê Adara 1999’an li dijî komployê çalakiya canbexşane kir 10.03.2021

 

ŞAHÎN HUSEYÎN – AKÎF KOBANÊ
10’Ê ADARA 1999’AN LI DIJÎ KOMPLOYÊ ÇALAKIYA CANBEXŞANE KIR

Şahîn Huseyîn bi nasnav Akîf Kobanê…

1980’yî li gundê Serûkanî yê Kobanê hat dinê.

Li bajarê xwe yê berxwedêr bi welatparêziyê rabû.

1997’an tevlî dewreyeke perwerdehiyê ya li Rojava bû.

1998’an beşdarî nava refên gerîla bû.

Heman salê çû cem Rêber Apo û li wir perwerde dît.

Piştî vê perwerdeyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo komploya navneteweyî pêk hat.

10’ê Adara 1999’an bi hêrsa li dijî komployê rabû.

Li Duhokê bi çalakiyeke canbexşane bi ser avahiya MÎT’ê de girt.

Di vê çalakiyê de 6 endamên MÎTê hatin kuştin û 6 jî bi giranî birîndar bûn.

Şehîd Akîf Kobanê 2 name li pey xwe hiştin.

Di nameyên xwe de wiha dibêje;

Miletê Kurd ê ezîz, îro ew roj e, ku em destên dirêjî Rêber Apo bûne bi meş, çalakî û serhildanên xwe bişkînin.

Ew roj e, ku em ber bi Kurdistana Azad ve bimeşin.

Ew roj e, ku em rêxistina xwe veguherînin îradeyeke hilneweşe.

Ez bi çalakiya xwe silavan li we dikim.

Çalakiya min li dijî komploya navneteweyî bersivek e.

Çalakiya min bangeke li miletê Başûr.

Ez bi çalakiya xwe 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û Cejna Newrozê pîroz û silav dikim.

Çalakiya min wekî din li ser esasê bibîranîna miletê min ê ezîz e, ku di komkujiya Helebce ya 16’ê Adarê de şehîd bûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv