Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê: Asayişa PDK’ê sîxurtiyê li endamên me ferz dike 10.03.2021

 

NUNERTIYA HDP’Ê A BAŞÛRÊ KURDISTANÊ:
ASAYÎŞA PDK’Ê SÎXURTIYÊ LI ENDAMÊN ME FERZ DIKE

Malbatên endamên HDP’ê Nîmet Guneş û Hesen Koçer ên ku zêdetirî meheke ji aliyê asayîşa PDK’ê tên tehdît kirin serdana Nûnertiya HDP’ê ya li bajarê Hewlêrê kirin.

Endama Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Mizgîn Arî derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî.

Mizgîn bal kişand ser zextên asayîşa PDK’ê û wiha got;

“Endamên me yên ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk hatine Başûrê Kurdistanê rastî zextên asayişa PDK’ê tên.

Ev 4 mehe li Hewlêr, Zaxo û Dihok asayişa PDK’ê hin endamê me girtine.”

Mizgîn Arî di axaftina xwe de da diyar kir ku asayişa PDK’ê li ser endamên wan sîxurtiyê ferz dike û wiha axifî;

“Gelo bira wê sîxurtiya birayê xwe bike? nêzîkatiyên ferzkirina sîxûrtiyê bi tu ayawî nabe ku bên qebûlkirin.

Tevî ti sûcê endamê me nîne jî asayişa PDK’ê wan digire. Divê endamên me yên di destê Parastina PDK’ê de ne demildest bên berdan.”

Endamê HDP Hesan Koçer ê li bajarê Hewlerê dimîne bi van gotinan zextên asyişa PDK’ê li ser wî ferz dike tîne zîman.

Nîmet Guneş jî ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatiye gazîkirin.

Ji wê rojê ve agahî ji Nîmet Guneş nayê girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv