Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şaredariya Rende ya Cosenza hemwelatiya rûmetê da Rêber Apo 03.04.2021

 

ŞAREDARIYA RENDE YA COSENZA
HEMWELATIYA RÛMETÊ DA RÊBER APO

Konseya şaredariya Rende ya Cosenza ya ser bi bajarê Calabrîa yê Îtalyayê li hev civiya û bi yek dengî hemwelatîbûna rûmetê da rêber APO.

Şaredarê Rendeyê Marcello Manna li ser dayîna hemwelatiya rûmetê wiha axivî.

Em dixwazin têkoşîna gelê Kurd a bi dehan salan ji bo nasname, çand û zimanê xwe dide hembêz bikin.

Lewma em Ocalan dikin welatiyê xwe.

Abdullah Ocalan ji bo ku pirsa Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe têdikoşe.

Konfederaliya demeokratîk a pêşniyar kiriye modêleke alternatîf a civakî ye ku xwe dispêre ser wekheviyê, cihêrengiya etnîk, dîn, çandî û zayendî.

Endama komîteya çandê ya meclîsa şaredariyê Marta Petrusewîcz jî xelata ku bûroya Aştiyê ya Navnetewî di sala 2016’an dayî rêber APO bi bîr xist û got, ne tesadûf e ku rêberê gelê Kurd layiqî vê xelatê hatiye dîtin. Abdullah Oalan di pêvajoya aştiya Rojhilata Navîn de aktorê sereke ye.Sembola têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.

Marta Petrusewîcz balkişand ser tecrîdkirina rêber APO jî û got, tecrîd sûcê mirovahiyê ye..Divê demildest dawî li vêbeadaletiyê were anîn.

Endama meclîsê Lîsa Sorrentîno jî di axaftina xwe de îşaret bi têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzma AKP/MHP’ê kir û got, em li bendê ne ku Birêz Ocalan rojekê were bajarê me.

Bi vî awayî heta niha 13 şaredaiyên Îtalya rêber APO kirine hemwelatiyê xwe.

Şaredariyên ‘Welatîbûna Rûmetê’ dane rêber APO ev in:

Rende ya Cosenza,Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano,
Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi, Fossalto

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv