Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrî Mehmûd: Divê civaka navneteweyi erka xwe ya ji bo kampa Holê pêk bîne 03.04.2021

 

BERDEVKÊ YPG’Ê OPERASYONA LI KAMPA HOLÊ NIRXAND
“DIVÊ CIVAKA NAVNETEWÎ ERKA XWE YA JI BO KAMPA HOLÊ PÊK BÎNE”

Hêzên Ewlekariya Hûndirîn 28’ê Adarê li dijî DAIŞ’ê li Kampa Holê dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Hêzên QSD, YPG û YPJ’ê jî piştgirî dan operasyonê..

Di encama operasyonê de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê li kampê hatin girtin..

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Nûrî Mehmûd têkildarî armanca operasyonê axivî.

Nûrî Mehmûd got, armanca vê operasyonê tinekirina zihniyeta DAIŞ’ê bû.

Nûrî Mehmûd da zanîn ku xetereya li kampa Holê hê bi dawî nebûye.

Berdevkê YPG’ê destnîşan kir ku barê kampê tenê li ser pişta rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Û bang li civaka Navnetewî kir ku erka xwe ya ji bo kampa Holê pêk bîne.

Nûrî Mehmûd agahî da ku wê têkoşîna wan a li dijî zihniyeta DAIŞ’ê bi biryardariyeke mezin bidome.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv