Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şaredariya Rende: Em ê li gel bindestan bin

 

ŞAREDARIYA RENDE:
EM Ê LI GEL BINDESTAN BIN

Şaredariya Rende ya Cosenza dikeve herêma Calabria ya Îtalyayê.

Şaredariyê serê meha Nîsanê mafê welatîbûna rûmetê da Rêber Abdullah Ocalan.

Piştî vê biryara şaredariyê Sefîrê Bilind ê dewleta Tirk li Romayê Mûrat Salîm Esenlî, nameyek ji Şaredarê Rendeyê Marcello Mann re şand û zextê lê kir ku biryarê betal bike.

Şaredar Marcello Manna jî li ser hesabê xwe yê Facebookê bersiv da Sefîrê Tirk.

Marcello Manna diyar kir ku Abdullah Ocalan di ti lîsteyeke terorîst a fermî de cih nagire.

Her tim ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane bi rengekî yekalî hewl da û dide.

Ji bo vê jî 22 sal in li girtîgehekê di nava êşkence û tecrîdê de, têkoşîna parastina gelê xwe dewam dike.

Bersiva şaredarê Rende wiha didome;

Şervanên Kurd weke yekane hêza leşkerî ya bejahî beşdarî hêzên koalîsyonê yên li dijî DAÎŞ’ê bûn.

Civaka rojavayî jî vê yekê bi saya Abdullah Ocalan dibîne.

Bi dayina welatîbûna rûmetê, me jî xwest ku balê bikişînin ser mafê xwerêvebirinê yê gelê Kurd.

Bi saya pîvanên demokratîk ku di rêziknameya me, ya destûra bingehîn de cih digire, me pirsgirêkên bi vî rengî çareser kir.

Bi qasî mafê şexsî û kêmarên etnîkî, divê mafên sivîl jî bi rengekî gerdûnî bêne naskirin.

Û di nava civakeke demokratîk, piralî, ekolojîk, femînîst û lîberal de bêne misogerkirin.

Rende ji bo parastina mafên mirovan û wekheviya navbera gelan, wê timî li gel bindestan be.

Berê jî Şaredariyên Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi û Fossalto welatîbûna rûmetê dabûn Abdullah Ocalan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv