Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûrettîn Demîrtaş: Gurê Tarkan, gotina terorê û eniya demokrasiyê

 

NÛRETTÎN DEMÎRTAŞ / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
GURÊ TARKAN, GOTINA TERORÊ Û ENIYA DEMOKRASIYÊ

Devlet Bahçelî fermanê dide ku her tiştî û her kesî bigrin. Ev yek Tarkan tîne bîra mirovan. Tarkan jî digot bibeze gurê min. Gur jî îsyan dikir û digot eger hêsan be tu bibeze. Pevçûna di nava Dewletê de li ber çavan e. Lê tevî vê yekê jî Bahçelî fermanan dide. Ev ferman ne li xêra Tirkiyê ne, bi temamî di xizmeta hêzên derve de ne. Ma ne diyare ku Bahçelî di bin xizmeta kê de ye?

Digotin Atîlla heta axa Ewrûpayê çûye seferê û ji Împaratoriya Roma jî xerac distend. Lê di çavkaniyên Rûs û Romayiyan de berovajî wê tê gotin. Romayê pere didan Atîlla û bi xwe ve girêda bû. Lê li gorî nijadperestên Tirkan Atîlla Roma bi xwe ve girêda bû.

Ewrûpa ji ber pereyan çû cem AKP-MHP’ê. Bi munasebeta penaberan hin pere ji Ewrûpayê stendin. Gelo xerac ji Ewrûpayê stendin an jî berovajî wê ye? Bersiva wê jî piştî felaketa Garê ji mînaka gurê Tarkan tê fêmkirin.

Li pêşberî Amerîkayê deng jê dernakeve. Li aliyekî Amerîka faşîzma AKP-MHP’ê li ser piyan digre, li aliyê din tirsa Erdogan ji darbeyekê heye. Rêveberiya Amerîka ji bo ku Tirkiyê nexe hembêza Rûsyayê, Ewrûpî şandin cem Erdogan û taktîka Romayê dimeşîne.

Lê dîsa jî Erdogan jê nerazî ye. Ji ber ku hê jî li benda telefona ji Amerîkayê ye. Ji bo ku telefon were qala peymana Montro kir. Montro ji bo 20 salan hatibû îmzekirin, lê tevî ku dema wê qediyaye jî bi dawî nebûye. Bi vê peymanê re welatên ku ne li ser sînorê Derya Reş bin astengî li ser wan heye. Mesela keştiyên şer ên Amerîkayê dikarin bi awayekî sînor di vê Deryayê re derbas bibin û herî zêde 21 rojan bimînin.

Ji bo ku xwe li ber çavê Amerîkayê şêrîn bikin her firsendê bi kar tînin. Van hewldanên xwe bi navê têkoşîna li dijî terorê dimeşînin û desthilatdariya xwe rewa dikin. Eger kî ji bo meseleya Kurd navê terorê bi kar bîne ew dibe şirîkê qirkirina Kurdan.

Li Tirkiyê jî hin akademîsyen, lêkolîner û siyasetmedar ji mecbûrî vê gotinê bi kar tînin. Ji ber ku dizanin wê çi bi serê wan were. Lê tevî vê yekê jî ne ji bo çareseriyê, di xizmeta qirkirinê de ne. Gotina terorê zihniyeta qirker vedişêre. Vê têgînê hişt ku Tahir Elçî were qetilkirin. Helwesta Tahir Elçî ya wêrek jî nayê jibîrkirin. Wê demê hewce nake em dirêj bikin. An tu bi qirkirinê re ye an jî li dijî wê. Li Tirkiyê kesên dibêjin teror ew xizmeta faşîzmê dikin. Kesên dibêjin demokrasî jî xizmeta çareseriyê dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv