ŞANAZ ÎBRAHÎM:
NE PAPA PKK’YÎ YE Û NE JÎ DÎZAYNERÊ KU PÛLÊN POSTAYÊ ÇÊKIRÎ CEMÎL BAYIK E
Endama Desteya Rêvebir a Polîtburoya YNK’ê Şanaz Îbrahîm li ser nerazîbûna dewleta Tirk a dagirker ya li hemberî pûlên postayên ku nexşeya Kurdistanê li ser hatibûn amadekirin daxuyaniyek da.
Şanaz Îbrahîm diyarkir ku gelek caran ew dibihîsin ku dewleta Tirk Herêma Kurdistanê bombebaran dike û li hemberî vê rayedarên herêmê weke sedem jî PKK’ê nîşan didin.
Şanaz Îbrahîm di daxuyaniya xwe de ji bo kesên ku PKK’ê weke hêceta êrişên Tirkiyeyê nîşan didin wiha got;
“Tirkiye amadekirina pûlek postayên ku nexşerêya Kurdistanê li ser heyî qebûl nekir.
Ev pûla ku li Hewlêrê û ji aliyê wezîrek Hikumeta Herêma Kurdistanê ve hatî amadekirin, qebûl nake.
Bi gefên cezayên herî giran ji bo herêmê dixwe ev we aciz nake!”
Gelo hûn niha ji bo Tirkiyeyê çidibêjin?
“Ne Papa PKK’ye, ne dîzaynerê ku pûlên postayên nexşeya Kurdistanê çêkirî Cemîl Bayike.
Û ne jî Wezîrê Hikumetê bi li ser PKK’ê ve ye.
Hun ji bo vê çidibêjin?”