PARLAMENTOYA EWRÛPAYÊ:
HEBÛNA DEWLETA TIRK YA LI BAKUR ROJHILATÊ SÛRÎ WEKE “DAGIRKERΔ PÊNASE KIR
Di rojên pêş de wê pirsnameya ku ji aliyên Demokratên Xiristiyan, Renew a Sosyalîst û Demokrat, Reformîst û Muxafazkaran pêşkeşî ya Parlamentoya Ewrpayê hatiye kirin were gotebêjkirin.
Di pirsnameyê de tê gotin, ”Tirkiye ji sala 2016’an û wir ve Bakurê Sûrî, bi taybetî deverên ku Kurd lê dijîn dagir kiriye, yasayên navnetewî binpê kiriye.”
Her wiha di pirsnameyê de hate gotin ku ji bo hesab ji ber sûcên şer ên li Sûriyê werin xwestin, divê gavên pêwîst bên avêtin.
Bi berdewamî hate gotin Îran, Rusya destekê didin rejîma Sûriyê û hate xwestin ku hêzên xwe ji Sûriyê bikişînin.
Di pirsnameyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji Bakurê Sûriyê herêmên dagir kiriye derkeve û wiha hate gotin,
‘Em ji ber ku Tirkiye hiqûka navnetewî binpê dike, li herêmên dagirî Kurdên Sûriyeyê dibe Tirkiyê û wan dixin girtîgehan, şermzar dikin.
Tirkiye bi vê rewşê peymanên navnetewî, yên Cenewreyê binpê dike.
Tişta ku Tirkiye li herêmê li dijî Kurdan dike paqijiya etnîk e.
Destwerdana Tirkiyê têkoşîna dijî DAÎŞ’ê qels dike. Tirkiye leşkerên kirêkirî yên Sûriyê birine Qerebaxê û Libyayê.
Em vê nêzîkariyê bi tundî şermezar dikin.”